Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin

.

A+A-

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, ji bo dersên bijarte daxuyaniyeke nivîskî da û bang li malbatên kurd kir ku ji bo zarokên xwe kurdî weke dersa bijarte hilbijêrin. 

Pêvajoya dersên bijarte ku dê di serdama biharê ya perwerdeyê ya 2020-2021’an de bên dayîn dest pê kir. Divê xwendekar heta 22’ê çileye dersên ku hilbijêrên ji miduriyetên dibistanan re ragihînin. Ji bo ku kurdî weke dersa bijart bê hilbijartin sazî û komeleyên kurdî duh êvarê li ser medya civakîm kampa dabûn destpêkirin û bang li malbatan kiribûn ku ji bo zarokên xwe kurdî weke dersa bijarte hilbijêrin. 

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatîfê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rêveberiyên dibistanan û hin mamoste ji bo kurdî weke dersa bijarte neyê hilbijartin di nav lîstikan de ne û bi hestên olî yên malbatên kurd zarokên kurdî aresteyên dersên olî yên bijarte dikin. Înîsiyatîfê li dijî vê lîstika rêveberiyên dibistanan û mamosteyan bang li malbatên kurd kir ku ji bo zarokên xwe kurdî weke dersa bijarte hilbijêrin û xwedî li pêşeroja zarokên xwe derkevin. 

TEVAHIYA DAXUYANIYÊ

Daxuyaniya Înîsiyatîfê bi temamî wiha ye: 

“Weke ku tê zanîn li Bakûrê Kurdistanê dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) di îlona sala 2012’an de kete mufredata perwerdehîyê. Bi vî awayî êdî xwendekarên polên 5,6,7 û 8’an di bin bana ziman û zaravayên zindî de dikarin bi dilê xwe dersa kurdî hilbijêrin. Kurmancî û zazakî jî di nav van dersên bijarte de ne. Di xebatên pedegolojîk ên heta niha hatine kirin de girîngîya dersên bijarte li berçavan e. Her wiha dersên kurdî, girîngî û bijartina van dersan ji bo xwendekarên Kurd du caran  girîngtir e. Yek ji ber ku zimanê  zarokan ê zikmakî ye ya duyem ji ber ku êdî kurdî di nav zarokan de zêde nayê axaftin û rewşa kurdî di bin metirsîyê de ye.

Di vê meseleyê de rasterast bar dikeve ser milên malbatên Kurd ku ev mafê wan ê rewa bi kar bînîn, bi hişmendî tevbigerin. Bi bijartina van dersan kêm be jî wê zarok zimanê xwe nas bikin û di siberojê de ew ê nebin xerîbên zimanên xwe. 

HIŞYARIYA LI MALBATAN     

Niha li hin dibistanan dersên Kurdî bi awayekî sembolîk tê dayên lê em berteka rayedarên dibistanan ya li hemberî van dersan jî dizanin. Rayedar û hin mamoste ji bo ku malbat dersa Kurdî hilnebijêrin bi malbatan re dikevin têkilîyê yan jî bi hasasîyeta malbatan ya dînî dilîzin û nahêlin ku dersa Kurdî hilbijêrin. Divê malbat êdî guh nedin van kiryarên rayedarên dibistanan, hişyar bin û ji bo siberoja zarok û zimanê Kurdî, dersa bijarte ya Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.”  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin