Îmzeyên bo Kurdî hem bi mal bi mal û hem bi online têne berhevkirin

Îmzeyên bo Kurdî hem bi mal bi mal û hem bi online têne berhevkirin

.

A+A-

Bi beşdariya 9 partiyên kurdî ji bo zimanê kurdî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê li Amedê starta kampanya berhevkirina îmzeyan dest pê kir. Îmzeyên yekemîn jî ji aliyê serok û hevserokên van partiyan ve hate avêtin. Îmzeyên ku bêne berhevkirin dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê, Serokomariya Tirkiyeyê û saziyên navneteweyî re bêne şandin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk di derbarê kampanyayê de got: “Yanî kurdekî ku di nava AK Partiyê de be, kurdekî di nava CHP, DEVA, Gelecek, Partiya Refahê, kurdekî di nava HUDA-PARê de be ku di nava HAK-PARê de be, her kurdek li ku be divê em herin li deriyê wan bixin. Her kurdek li ku derê be divê em herin li deriyê wan bixin. Ew xelkên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dîasporayê ligel kurdan dijîn, divê em biçin li deriyê wan jî bixin da ku ev kampanya bigihije armanca xwe.”

Îmze dê hem bi mal bi mal û hem jî bi rêya online bêne berhevkirin. Îmzeyên ku bêne komkirin jî dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re, Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re, Serokomariya Tirkiyeyê re, Neteweyên Yekbûyî re, UNESCOyê re, Yekîtiya Ewropayê re û hin sazî û dezgehên navneteweyî re bêne şandin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar daxwaz kir ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û got: “Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têdikoşe ji dil û can pîroz dikim û silav dikim. Bi vê munasebetê Roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ez hemû zimanan û hemû gelan pîroz dikim.”

Piştî vê daxuyaniya Mithat Sancar, starta kampanya berhevkirina îmzeyan li bajarê Amedê hate dayîn.

Hevserok û alîkarên serok û hevserokên 9 partiyan îmzeyên yekemîn ên kampanya zimanê kurdî avêtin. Partî û rêxistinên weke HDP, DBP, PDK-Bakur, KKP, PAK, PSK, PÎA, Partiya Azadî û DDKD bûn pêşengên vê kampanya îmzeyan. Ji xeynî partiyên kurdî Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî jî serkêşên vê kampanyayê ne.

Endama Tora Ziman û Çanda Kurdî Zuhal Tekîner got: “Neh partiyên siyasî di nava vê xebatê de ne. Ev 9 partiyên siyasî ji navendên wan bigrin heta navçeyên xwe ew ê bi hev re îmzeyan berhev bikin. Ên ku dixwazin xwe bigihînin van îmzeyan jî dikarin xwe bigihînin van partiyan.”

Kampanya îmzeyan dê li 25 bajarên kurdan û li wan bajarên Tirkiyeyê ku 9 partiyên kurdî lê birêxistin in bê meşandin. Partiyên ku di aliyên bîr û baweriyê de li hev nakin, cara yekemîn e ji bo zimanê kurdî kampanyayek hevpar dimeşînin. Armanc ew e ku bi milyonan îmze berhev bikin û ji dewletê bixwazin zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Platforma Zimanê Kurdî ji bo balê bikişîne ser kampanya îmzeyan, li kuçe û kolanên Amedê geriyan û li xelkê maskeyên ku nivîsa kurdî li ser e belav kirin. Eger kampanya îmzeyan bigihije armanca xwe dê encamên kampanyayê di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi raya navxweyî û ya cîhanê re bê parvekirin.

z-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin