Îlham Ehmed: Diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo diyaloga ligel pêkhateyên din jî dibe bingehek

Îlham Ehmed: Diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo diyaloga ligel pêkhateyên din jî dibe bingehek

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî de ragihand ku ew danûstandin ji bo pêkhateyên din ti metirsiyeke çênake, berevajoyê wê dibe bingehek ji bo diyaloga ligel pêkhateyên din.

A+A-

 

Hevseroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku ji aliyên Ereb re tekez kirine ku diyaloga Kurdî-Kurdî metirsiyê li ser wan çênake.

Îlham Ehmed herwiha da zanîn ku dema ku şanda wan ji Moskowê vegeriyan, wan tu civînek ligel berpirsên Sûriyê pêk çênekirin û eşkere kir ku Rûsya dixwaze zextê bike ji bo ku çareseriyekê ji bo Sûriyê bibîne.

Îlham Ehmed got: “Diyaloga Kurdî-Kurdî heta niha ji bo beşeke pêkhateyên Sûriyê weke metirsî dihat dîtin, lê me ligel pêkhateyan nîqaş kir ku ew ne cihê metirsiyê ye û berevajoyê wê dibe bingehek ji bo diyaloga ligel pêkhateyên din.”

Ehmed herwiha da zanîn ku Diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam dikin û ew bi hêvî ne ku danûstandin bigihêjin encameke baş.

Derbarê serdana bo Moskowê de jî Hevseroka Desteya Rêveber a MSDê anî ziman ku ew di wê baweriyê de de ku êdî Rûsyayê dê giraniyê bidin çareseriya siyasî û got: “Heta niha aliyên bi hev re diyalog dikirin serneketin, Rûsyayê jî ev yek dît. Rêveberiya Xweser faktoreke girîng e. Ji ber ku em di proseya Cinêvê de nînin ev yek jî dibe sedema kêmasiyan.”

Hevseroka Desteya Rêveber a MSDê di heman demê de diyar kir ku gefên Tirkiyê her tim hene û divê ew xwe ji wê yekê re amade bikin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin