IHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn 9 girtî mirine

IHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn 9 girtî mirine

.

A+A-

IHDya Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn aşkere kiriye. Li gorî vê raporê 9 girtî li girtîgehan mirine.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Enqereyê rapora xwe ya derbarê girtîgehên Anatoliya Navîn de aşkere kiriye.

Rapor behsa binpêkirinên mafan ên meha Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2020an kiriye. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Aksarayê, Tîpa Eyê ya Amasyayê Tîpa Fyê ya Bolûyê, Tîpa Tyê ya Duzceyê, Tîpa Tyê ka Karabukê, Tîpa Tyê Hejmar 1yê ya Kayseriyê, Tîpa Tyê Hejmar 2yê ya Kayseriyê, Girtîgeha Jinan a Kayseriyê Tîpa Tyê ya Keskînê, Tîpa Fyê ya Kirikkaleyê, Tîpa Tyê ya Kirşehîrê, ya Jinan a Sîncanê, Tîpa Fyê Hejmar 1ê ya Sîncanê, Tîpa Lyê Hejmar 1ê ya Sîncanê, Tîpa Lyê Hejmar 2yê ya Sîncanê, Tîpa Tyê ya Sîncanê û Tîpa Eyê ya Sewazê hatine nivîsandin.

Nûray Çevîrmen, Endama Desteya Rêveberiya Navenda ya ÎHDyê û Sevîl Tûrgût, rêvebera ÎHDya Enqereyê Sevîl Tûrgût rapor aşkere kirin.

9 girtî mirine


Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Çevîrmenê destnîşan kiriye ku bi qasî wan tespît kiriye li girtîgehan 9 kes mirine. Ji van 9 kesan 4 jê ji ber vîrûsa koronayê, 3 kes bi nexweşînên cuda û 2 jê jî bi “îdiaya xwekuştinê” can dae. Çevîrmenê aniye ziman ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 46 jê jin bi giştî herî kêm 284 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş 98 girtî girtiyên rewşa wan giran e. 

“Dibe ku hejmar zêdetir be”
Çevîrmenê daye zanîn ku li van girtîgehên navborî herî kêm 24 girtî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û ji ber ew nikarin bi hêsanî agahiyan werbigirin û girtî nikarin dengê xwe ragihînin ji saziyên mafên mirovan re û bi sedema astengiyên heyî dibe ku ev hejmar zêdetir be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin