İHD: 49 girtî îsal mirine

İHD: 49 girtî îsal mirine

.

A+A-

Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHDê gotiye, “Vîrusa Covîd-19ê, ji bo kesên ku nexweşiyên kronik pê re ne dibe sedema mirinê. Li piştî 15ê Nîsanê 4 girtiyên nexweş ku temenê wan li ser 70yî di girtîgehan de mirine.”

Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan(İHD) bi daxwaza parastina mafê jîyanê civîna çapemeniyê pêkaniye.

Civîn li Navenda Giştî ya Komeleyê pêk hatiye. Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî ê İHDyê, Nûray Çevîrmen, Endama Lijneya Birêvebirina Navendî û Dîlan Ateş, Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî tevlî civînê bûne.

Di girtîgehan de hezar û 564 girtiyên nexweş hene

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ozturk Turkdogan di cîvînê de diyar kiriye ku bi ‘Sazkirina Înfazê’ya ku di 15ê Nîsana 2020an de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin, cûdakariyê dikin, pêşengên rêxistinên sûcî serbest berdan û gotiye, “ Di serî de girtiyên sîyasî, rojnameger, xwendekar û parêzer bi tu awayî tevlî çalakiyên tundkariyê nebûne jî di girtîgehan de girtî hatine hîştin û girtî hîştina wan didome.”

Dîlan Ateş, Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî gotiye, “Di meha Adarê de me daxûyanî dabû. Di daxuyaniyê de bi qasî ku me tespit kirine di girtîgehên Tirkiyeyê de jê 591 giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Li gorî tespîtên me yên îro ev hejmar zêde bûye.”

Ateşê weha pê de çûye, “Vîrusa Covîd-19ê, ji bo kesên ku nexweşiyên kronik pê re ne dibe sedema mirinê. Li piştî 15ê Nîsanê 4 girtiyên nexweş ku temenê wan li ser 70yî di girtîgehan de mirine. Li girtîgehên Tirkiyeyê li serê sala 2020an pê ve 49 girtî mirine.”(AS/AY)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin