Hunermend Rewşan : Dixwazim li Kurdistanê konsertan saz bikim

Hunermend Rewşan : Dixwazim li Kurdistanê konsertan saz bikim

Hunermenda Kurd Rewşan di vê hevpeyvîna taybet li gel Rûdawê de behsa karûbarên xwe yên hunerî dike û dibêje ew bi nîyaz e, ji bo nasandina albuma xwe ya nû, zîncîre konsertan li bajarên Tirkîye û Herêma Kurdistanê encam bide.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hunermend Rewşan li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa Şêwirmendîya Derûnî li Zanîngeha Enqerê xwendîye, Mastera xwe jî di warê Lîstîkvanîyê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê pêk anîye.

Rûdaw: Tu dikarî hinekê behsa dawîn albuma xwe bikî ku di destpêka îsal bi navê 'Tov' belav bû?

Rewşan: Min albuma xwe ya nû weke dîyarîyeke bi nirx ku duyem albuma min bû bi navê 'Tov' min pêşkêşî hezkirîyên muzîk û stranên Kurdî kir. Min album him weke CD Kartonet, him jî weke hunermendên cîhanê, destpêkê bi rêya bazara online li ser kenala xwe ya taybet li tora civakî û platformên dîjîtal belav kir. Ji ber ku li gor min niha bi rêya sosyal medyayê zêdetir berhemên hunermendan digihîjin ber destê muzîkhezan. Me westîyeneke zêde di pêkanîna vê albumê de dît û ji ber hindê em dixwazin çiqas ji destê me bê ev berhemên hanê bigihije guhdaran, ji ber ku niha platformên weke Spotfy, ITunes di telefona herkesî de heye, rêyên dûr nêzîk kirine tu dikarî li her ku dera cîhanê bî bi rêya bazara online berheman bi dest bixî û guhdar bikî.

Albuma te ji çend trakan pêk tê û hemû stran bi zimanê Kurdî ne?

Albuma min a vê carê ji 10 trakan pêk tê û belê, hemû stran bi dabeşkirineke cîyawaz û balkêş û têkil li nav muzîka modern û muzîka folklorî ya Kurdî hatine çêkirin. Tehmeke nû heye û her stranek dibe destan û çîrokekê vegerîne îroyîn û hêvîdar im bi dilê muzîkhezan be.

Te navê albumê weke 'Tov' danîye, mebesta te ji hilbijartina vî navî çi bû?

Tov, îlham û peyama xwe ya taybet heye, wateya wê di Soranî de bi wateya dan, danduk, genim û bi wateyeke din jîyan û nûbûn e. Her yek ji me Tov e, bi rabirdûya xwe, bi bîr û folklora xwe gelek dewlemendî dihewîne. Ji bo me jî weke her milletî kokên wî grîng e, min xwest ez balê bikşînim vê danduka nava dil û bîra me.

Tu tekst û helbestên bo stranên xwe çawa dinivîsî?

Di vê albuma xwe ya nû de, min li gel komeke rewşenbîr û helbestvanên navdar kar kir û hin helbestên helbestvanê nemir kirine stran weke, Kamuran Elî Bedirxan, Aram Tîgran, Fêrikê Ûsiv. Her wiha min helbest û besteyên Dr. Ehmed Kaya û Murady Doxan jî di vê albuma xwe de sitra. Bi berdewamî stranên helbestvanên mezin ên Kurdan divê îro jî bê gotin, îro jî ji alîyê nifşên nû ve bên nasîn. Ji ber ku helbestvan karîgerîyeke mezin heye bo ku ew stran bi nemirî bimînin. Ji ber wê yekê ez stranên xwe gelek bi wirdî û şarezayî hilbijêrim. Her wiha di vê albumê de du heb stranên min bixwe heye, yek ji wan bi navê 'Bavêm' behsa mihacirîya dinyayê dike, çîroka baveke mihacir ku şîretan li keça xwe dike.

Di warê melodî û karê dabeşkirina muzîkên stranên te de kê hevkarîya te kir?

Di albuma Tov de, hunermend û aranjor Hakan Gurbuz karê dabeşkirin û serpereştîyê li xwe girtîye niha, li gel wê di warê muzîkê de min gelek alîkarî û hevkar bûme. Hakan Gurbuz zêdetir kar li ser wê dike ku muzîkê pêwîstî bi zanîna ziman nîne cîhanê û li her cihekê muzîk bê pêşkêşkirin bêyî têgihîştin li wî zimanî, dikeve nav dil û derûnê. Mûzîka Kurdî jî dikare li seranserê dinyayê bikeve nav dilê mûzîkhezan.

Piştî belavbûna vê albumê, tu plansazîyeke te bo sazkirina konsertan heye?

Bêguman bi nîyaz im bo zîncîre konsertan im ku weke bangeşeyek bo albuma xwe, yekem konserta min jî roja 29ê vê mehê li Stenbolê dibe, piştre li Enqere û Îzmîr û çend bajarên din. Hêvîdar im bikarim li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmanîyê jî konsertan saz bikim û albuma xwe bidim nasandin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin