Hunermend Enwer Şêxanî koça dawîyê kir!

Hunermend Enwer Şêxanî koça dawîyê kir!

Hunermendekî naskirî yê Hewlêrê û Kurdistanê Enwer Şêxanî ji ber nexwaşîyê koça dawî kir.

A+A-

Hunermendê Kurd Enwer Şêxanî yê ku ev demek bû  ji ber nexwaşîya penceşêrê  dihat dermankirin û bi armanca wergirtina çareserîyê jî çûbû derveyî welat koça dawîyê kir.

 

Enwer Şêxanî nêzîkî 40 heta 50 salan xizmet ji şano, drama û sînemaya kurdî re xizmet dike. Şêxanî sala 1951ê ji dayîkbû û destpêka karê xwe yê hunerî sala 1970ê di gruba Pêşrew a ser bi sekreterîya Yekitîya Mamosteyên Kurdistanê ve bû. Yekem şanoya wî binavê ‘Seretan’ ango ‘Penceşêr’ bû ku tê de beşdarî kir, lê ji bo tomara televîzyonê navê wê şanoyê hat guhertin û bû ‘Mareyî’

 

Piştî 5 sal li karê rêxistin bo PDKê di Newroza 1973yan de bi tometa sîyasî hat girtin û li gel îşkence û gelek zihmetîyan revîya û peyvendî li gel binkeya hêza Deşta Hewlêrê pêkanî û geheşt Dêgele û dibe Pêşmerge. Destpêkê li navçeya Qeladizê dimîne, piştî rêkeftina Cezayîrê diçe Îranê û sala 1976an wedigere Kurdistanê. Piştî wegerîya bi rêya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li malbenda giştî. Lê ji ber rêgirî û destverdanên Partîya Beis, nehiştin ew komele ji salekî zêdetir karên xwe berdewam bike.

 

 

Herwaha Enwer Şêxanî kar û çalakîyên xwe yên hunerî berdewam kir û damezrînerê Komeleya Hunermendên Kurdistanê / Hewlêrê ye jî.

 

Peyama Kurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin