HSDê li Dêrezorê 12 kes girtin

HSDê li Dêrezorê 12 kes girtin

.

A+A-

 Li bajarokê Xeranîc li rojhilatê Dêrezorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 12 gencên beşdarî şerekî hozgerî de bibûn girtin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li bajarokê Xeranîc li rojhilatê Dêrezorê, HSD 12 genc girtin, ku berî çend rojan beşdarî di şerekî hozgeriyê de di navbera 2 malbatan de kiribûn ku di encam de zarokekê û jinekê canê xwe jidest dabûn.

Hevdem, li bajarokê Şihêl li rojhilatê Dêrezorê, HSD 3 genc girtin, ku heta niha sedema girtina wan nehatiye zanîn.

Li bajarokê Şihêl di 13ê vê mehê de jî, HSD girt ser çend belemên qaçaxiyê li nav çemê Firatê, ku xelk û kelûpel ji navçeyên HSD vediguhestin navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin