HSD: Di ketina 2 helîkopteran de 9 şervanan canê xwe ji dest dan

HSD: Di ketina 2 helîkopteran de 9 şervanan canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ”Du balafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me şehîd bûn.”

Dije Terora Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand ku li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek kete xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 zilam û 3 jin in, lê nayê zanîn helîkopter a kê ye. Her wiha Parêzgarê Duhokê jî diyar kiribû ku du helîkopter bûne lê yek ji wan ketiye xwarê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro Înê 17ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, di “du helîkopterên” ku ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê canê xwe ji dest dane.

HSD di daxuyaniya xwe de got, “Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du balafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê şehîd bûn.”

HSDê her wiha li ser armanca wan a li deverê got, “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror (YAT) ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

HSDê di daxuyaniyê de bang li rayedarên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û got, “Ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”

 

Ebdo Mistefa Abdî yê bi nasnav Şervan Abdî (Kobanî)

Li aliyê din li gorî agahiyên Rûdawê ku ji çavkaniyên herêmê wergirtine pîlotê helîkoptera ku li nêzî gundê Berkiyat ê girêdayî nahyeya Çemankê ya navçeya Amediyê ket xwarê, şervanê HSDê Ebdo Mistefa Abdî yê bi nasnav Şervan Abdî (Kobanî) bûye.

Daxuyaniya Parêzgarê Duhokê

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihandibû ku li kêleka wê helîkoptera ku şeva borî li nêzîkî gundê Berkiyat a Duhokê ketibû, helîkoptereke din jî hebû.

Teter amaje bi wê yekê jî kiribû ku kesên di helîkoptera ketî de canê xwe ji dest dane PKKyî ne û got, “Helîkoptereke din jî ligel helîkoptera ketiye hebûye lê helîkoptera duyem ji cihê bûyerê dûr ketiye û nayê zanîn bi ku derê ve çûye.”

Daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Tirkiyê re pêwendî danîne lê wan di bersiva xwe de gotine ku ew helîkopter ne ya wan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkopter tîpa Eurocopter AS350 e, kesên di helîkopterê de PKKyî ne û hemûyan canê xwe ji dest dane.

Dije Terora Kurdistanê diyar kir ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin