Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê

Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê

.

A+A-

Dîlan Yeşilgoz bi eslê xwe xelkê bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye.

 Jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Holandayê dijî, di kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê hat destnîşankirin.

Dîlan Yeşilgoz a 44 salî bi eslê xwe xelkê bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye û biryar e di hikûmeta nû ya Mark Rothe Serokwezîrê Holandayê de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê dest bi karê xwe bike.

Yeşilgoz ser bi Partiya Gel bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye ku yek ji çar partiyên sereke yên di kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de ye. Biryar e hikûmeta nû ya Holandayê di 10-01-2022an de dest bi karê xwe bike.

Dîlan Yeşilgoz endameke çalak a partiya VVD ye û di sala 2017an de li ser lîsta wê partiyê bûye endama Parlamentoya Holandayê.

Siyasetmedara jin a Kurd di 25ê Gulana 2021ê de wek Wezîra Dewletê bo Karûbarên Aborî û Siyaseta Keşûhewayê cihê xwe di kabîneya sêyem a Mark Rothe de girt, ji ber ku ezmûna wê di warê guherîna keşûhewayê û siyasetên taybet bi jîngehê de hebû.

Dîlan Yeşilgoz, di 18ê Hezîrana 1977an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ji dayik bûye û malbata wê bi eslê xwe kurdên parêzgeha Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ye.

Yeşilgoz di zaroktiya xwe de ligel malbata xwe ber bi Holandayê koç kiriye. Dîlan her ji destpêka jiyana xwe ya siyasî ve peywendî bi Partiya Gel Bo Azadî û Demokrasiyê kiriye. Di navbera salên 2014 heta 2017 de li ser lîsta vê partiyê, wek Endama Encûmena Şaredariya Amesterdamê hat hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin