Hiqûqnasê DMME’yê: Divê biryara Demîrtaş û Kavala were sepandin

Hiqûqnasê DMME’yê: Divê biryara Demîrtaş û Kavala were sepandin

Hiqûqnas Umît Kilinç ê berê Midurê Karên Nivîsan ê DMME’yê bû dîyar kir ku pêwîste biryarên ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hatin dayîn werin sepandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hiqûqnas Umît Kilinç ê berê Midûrê Karên Nivîsa ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bû têkildarî biryarên DMME’yê yên ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala ji ajansa me re axivî. Kilinç da zanîn ku nesepandina biryara binpêkirina mafên mirovan a ji bo Demîrtaş û Kavala hat dayîn tê wateya binpêkirina xala 18’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME.) 

 

‘JI BER SEDEMÊN POLÎTÎK NEHATIN BERDAN’ 

 

Kilinç anî ziman ku di her du dozan de jî yên serlêdan e ji azadîya xwe bêpar mane û got: “Ji ber vê yekê li gorî bawerîya min, li gorî xala 46’emîn divê ew kes werin berdan. Lê Selattîn Demîrtaş û Osman Kaval ji ber sedemên polîtîk nayên berdan. Jixwe divê Kavala demildest bihata berdan. Biryarên DMME’yê ji bo her duyan jî da divê werin sepandin. Sekreterîya Giştî ya Konseya Ewropayê dikare ji vê meseleyê re çareserî bibîne.” 

MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin