Hîm Omer: Li hemberî Erdogan cenga demokrasiyê take çare ye

Hîm Omer: Li hemberî Erdogan cenga demokrasiyê take çare ye

.

A+A-

Hîm Omer

Berevajî piraniya pêşbîniyan Receb Erdogan dê bi kêmayî pênc salên dî wek serokê Tirkiyê bimîne. Bêguman dê ev derencam bi taybet li ser Kurdistanê xwedî bandoreke mezin be.

Destpêk, cardî Kurd pêrgî matmayînê bûn beramber bi pêvajoya hilbijartinan. Bijardeya bo Kiliçdaroglu di serî de wek helwesteke antî-Erdogan hate wergirtin û ne ji ber baweriyeke bi CHPê. Li ser zimanê Osman Baydemir, lojîka HDPê ew bû ku “her derencameke dî bêguman ji dojeha Erdogan baştir dibê”.

Dê rojên dahatî rastiya vê vegotinê ji nerastiya wê baştir diyar bikin, lê bila em li vir çend zaniyariyên dîrokî bînin bîra xwe. Deniz Baykal, bo nimûne, dêmek xwedî nerînine lîberal bû derbarê pirsa Kurd, lê ji sedema xwezaya sîstema desthilatdar nekarî wan boçûnên xwe wergerîne gavine pratîk. Heman tişt bi radeyeke zêdetir li ser Turgut Ozal jî dikare bê gotin. Îcar, ger Kiliçdaroglu bibûya serkomar jî, çi garantî hebûn ku ewê bikarîbaya bi rengekî erênî û bi gavên konkrêt nêzî pirsa kurd bibe?

Bi gotineke dî, bê gorankariyeke bingehîn di sîstema desthilatdar de, zor e ku hewldanên takekesî bikaribin bigihin armancên xwe. Ji vê riwangehê, xwendina HDPê bo hilbijartinên vê carê ta radeyekê di cihê xwe de bû, lê ev têgihiştin li ser erdê serrast nehat wergerandin.

Biryara piştgiriya Kiliçdaroglu dibe ku bi serê xwe durust bûbe, bi taybet ji ber ku piraniya rapirsiyan ew bi rehetî wek serketî didane pêş. Lê belê berevajî rapirsiyan serkeftina nepêşbînîkirî ya Erdogan di gera yekem a hilbijartinan de Kurd xistin rewşeke aloz de. Xuya ye ku HDPê bi başî hesabê vê yekê nekiribû.

Weha jî xuya bû ku rast xwendin û têgihiştina li rewşeke taybet, bi bê şopandineke durust û hevdem a li ser erdê, bêhûde dimînin. Ji lewre jî sînordarkirina bijartinê di navbera du berbijêran de biryareke zîrekane nebû ji aliyê HDPê ve û ne xuya ye dê Kurdan ber bi kû ve bibe. Bi ser de jî kampanya û peyama hilbijartinan ên HDPê bûn sedema ji destdana wekîlekî li Amedê, di berjewendiya CHPê de a ku ji 22 salan ve cardî dibe xwedî wekîl li paytexta Bakur. Bo çi hilbijêrê kurd weha biryar da? Gelo ew wek sizadana HDPê nebû? Pirsiyariyek hêja ye ku ji nêz ve bê şopandin.

Erdoganê ku rojgarek ji ber helbestekê hatibû zindanîkirin, ew bi xwe îro stemkarekî dirinde ye û xebatkarên kurd bi girseyî dişîne girtîgehan. Lê bi rewayî be yan ne, rastiya tal ew e ku ew cardî wek serkomar hate hilbijartin. Ji lewre pirsiyariya sereke dimîne dê Kurd çawa berengarî vî kesê tundrew û rêbaza wî ya tundûtîjane bibin.

Dehsalên borî piştrast dikin ku qurbaniyên sereke yên şer her Kurd bûne. Ji lewre xebata çekdarî, herçende mafekî rewa be jî, êdî ne çare ye û ji bal civaka navneteweyî nayê pejirandin, belku tê riswakirin. Ne xuya ye ta çi radeyê HDP û PKK li ser vê xalê hevra ne, lê şerê PKKê hem bo HDPê hem jî bo perçeyên dî yen Kurdistanê bûye barekî giran û sedema nakokîne kûr li gel hêzine sereke li ser gorepana kurdistanî.

Poxteya vê gotarê ew e ku pêwîstiya Kurdên Bakur bi hişmendî û tozek miyanrewî heye ji aliyê PKKê ve. Siya PKKê ya li ser HDPê yekcar giran bûye û êdî qet nahêle ku ev partî bikaribe siyaseteke hevgirtî û serbixwe bimeşîne. Ji aliyekî dî ve pêwîst e li ser HDPê yan jî cîgerê wê ku dev ji hevkariya li gel hêzên marjînal ên tirk berdin, çunkî derket ku ziyana van hevkariyan ji feydeya wan gelektir e; serbarê ku hêzên navxwe yên kurdistanî zêdetir hêjayî vê hevkariyê ne.

Ewletir e ku nûnerên Kurdan bi serberzî kerta ziman, çand û nasnameya kurdî bigirin dest xwe. Bi vî awayî ewê ne tenê dilên dengderên wendakirî cardî qezenc bikin, lê belê piştgiriya civaka kurdistanî û navneteweyî jî bi dest bixin. Li beramber autokratekî wek Erdogan û rêjîma totalîter a tirk, ji devê tifingê zêdetir bizaveke demokrat û aştiyane û bi xwe bawer dikare wek bersîva herî baş bê hembêzkirin.

Gelo Kurd û nûnerên wan bo vê cenga demokrasiyê amade ne? Em ê di meh û salên pêş de bi endîşe li benda bersîva vê pirsê bimînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin