Hikûmeta Sûrîyê û opozisyon pêşnîyarên hev red dikin

Hikûmeta Sûrîyê û opozisyon pêşnîyarên hev red dikin

Îro gera dûyem a komîteya nivîsandina destûra Sûrîyê bi dawî tê, lê herdu alî li ser acendaya civînan li hev nakin. Serokê şanda opozîsyona Sûrîyê, Hadî Behra jî dibêje, şanda rejîma Sûrîyê hemû pêşnîyarên me red kirin û dixwaze acendayekê li derveyî karê

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê şanda opozîsyona Sûrîyê, Hadî Behra ragihand, şanda rêjîma Sûrîyê dixwaze ecendayên civînê li derveyî karê komîteya nivîsandina destûr be.

Hadî Behra dibêje, hemû pêşnîyarên wan ji alîyê şanda hikûmetê ve hatine redkirin.

Behra got: “Şanda din, şanda dezgehên îstixbaratê û serkêşê wê yê Iranî, pêşnîyarên me red kir û karnameyek li dervey karê komîteya nivîsandina destûr li ser maseyê danî ku navê prensîpên niştîmanî lê kiribû, me ji şandîyê navdewletî re got, ku ev prensîp gelê Sûrîyê li gor destûra Sûrîyê ku gel bi xwe deng li ser dide, yan li gor dekomêtên ku komîteya destûrî pê hatibû pêk anîn, tê destnîşankirin, me pêşnîyareke din pêşkêş kiribû, ew jî hate redkirin.

me pêşnîyara sêyem pêşkêş kir, ew jî hatin red kirin, me pêşnîyara çarem û pencem jî pêşkêş kir, lê hatin redkirin.”

Serokê şanda hikûmeta Sûrîyê, Ehmed Kizberî jî ragihand, şanda opozîsyonê ji bo civînan ne ciddî ye û daxwaz kirine bê acenda civînên wan destpê bikin.

Ehmed Kizberî dîyar kir: “Em heta niha weke hûn dizanin necivîyan, îro û duh me daxuyanîyên cor bi cor ên şanda Tirkîyê bihîst ku qaşo hin pêşnîyar pêşkêş kirine, ev ne rast e, ji ber ku ew heman pêşnîyarên berê bi guhertina naveroka wan pêşkêş dikin, lê şanda me pêşnîyarên bingehîn ji bo destpêkirina civînan pêşkêş kirîye.”

Kizberî alîyê opozisyonê bi nebûna ciddîyetê û propagandayên ragihandinê tometbar dike û dibêje: “Hemû pêşnîyarên şanda din xuya dike ku ew ne cidî ne, ya girîng jî ew e, di dema du rojan de me li insyatîfên cor bi cor li ser dezgehên ragihandinê dibihîst û ne bi rêya fermî, ji ber ku şanda din fêrî propagendaya ragihandinê bûye.”

Serokê şanda hikûmeta Sûrîyê amaje bi wê yekê dike, ku ew ne made ne bêyî hebûna acendaya kar beşdarî civînan bibin û destnîşan dike: “Îro şanda me hejmarek ji pêşnîyarên xwe pêşkêş kirîye, ya dawî jî gutûbêjkirina prensîpên niştîmanî ye , yan jî herdu şand derbasî nava holê bibin û tişta ku dibînin başe gutûbêj bikin, bi watayeke din, em bê acendaya kar derbasî hola civînê bibin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin