Hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê amadekariyên hilbijartinan dike

Hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê amadekariyên hilbijartinan dike

.

A+A-

Hikûmeta Sûriyê ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî li parêzgehên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê amadekariyan dike ku tomarkirina navên berbijêran dest pê kiriye û parêzgehên Sûriyê ji bo bazineyên hilbijartinê hatine parvekirin.

Hat diyarkirin ku dê parêzgeha Hesekê ku piraniya wê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye li ser 6 bazineyan were parvekirin lê hîn Rêveberiya Xweser û MSD di derbarê hilbijartinan de li navçeyên xwe tu biryar nedane.

Parlamentarekî Kurd ê ji Partiya Komunîst a Sûrîyê jî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê xwest ku biçine ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin.

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê jî dibêje, hilbijartinên vê carê jî wê wek yên berê bin, wê di destê hikûmetê de bin, ew dixwazin biryarên navdewletî bên bicîh kirin û hilbijartin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên kirin.

Amadekarî ji bo encamdana hilbijartinên encûmenên xwecihî li hemû parêzgehên Sûriyê têne kirin.

Tomarkirina navan bi mebesta xweberbijêrkinê ji bo wan hilbijartinan jî ji roja Înê 5ê Tebaxa 2022an ve dest pê kiriye.

Li gorî fermaneke Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, hilbijartin wê roja Yekşemê 18ê Îlona 2022an were kirin.

Hat diyarkirin ku li Hesekê 6 bazineyên hilbijartinan, li Reqayê 4 bazine, li Dêre Zorê 3 bazine wê hebin ku ew jî navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser in.

Li ser beşdarbûna Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) di van hilbijartinan de, serkirdeyekî MSDê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha wan ti biryar nedane.

Parlementerê Sûrî yê ser bi Partiya Komunîst a Sûrîyê Ebdulrehman Xelîl, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ligel beşdarbûnê ne, di van hilbijartinan de.

Parlementerê Partiya Komunist a Sûrîyê Ebdulrehman Xelîl anî ziman, “Ev hilbijartin tiştekî gelekî girîng e, tiştekî neteweyî ye. Em ji welatiyan dixwazin herin ser sindoqan ji ber ku rêveberiya herêmî tiştekî gelekî girîng e. Yê ku tê xwestin xizmetguzarî li xelkê were kirin. Em dibînin û dibêjin ji miletê xwe re, em ê bikaribin bi vî karî xizmeta xelkê bikin. Em dibêjin dengê xwe bidine wan kesên neteweyî û pêşketî.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Feysel Yûsif got, “Îro jî ev hilbijartinên ku çê dibin wek yên berî niha dê ji bo partiya ku hikûm dike û derdora wê re be, ne ji bo temamî miletê Sûrî û Kurdî re ye. Daxwaza miletê Sûriyê piştî 2011an heta niha neguheriye û biryara nevdewletî heye ji rejimeke demokrat û hilbijartineke bi çavdêriya navdewletî çê bibe. Wan hilbijartinên berê dubare bikin girêdayî bi vê rejîma niha nayê çareserkirin û ti niyeta wê ya çareseriya jî nîne.”

Serokê Komîteya Bilind a Dadwerî ji bo Encûmenên Xwecihî ya ser bi hikûmeta Sûriyê, dadwer Cîdah Murad ragihandiye ku, li hemû parêzgehên Sûriyê, 35 komîteyên berbijêrkirinê karê wergirtina daxwaznameyên berbijêran dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin