Hikûmeta Sûriyê hêzên zêde bi çekên giran dişîne Idlibê

Hikûmeta Sûriyê hêzên zêde bi çekên giran dişîne Idlibê

.

A+A-

Hikûmeta Sûriyê hêzên zêde bi çekên giran dişîne parêzgeha Idlibê û beşek ji xelkê herêmê xwe ji koçberiyê re amade kiriye.

Li gor ajansên xwecihî, hêzên hikûmeta Sûriyê ku dîmenên wan belav kirine, xwe ji bo xeta rûbirûbûnê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê tên cîbicîkirin. Çavdêr û şîrovekarên ku rewşa navçeyê dişopînin tekez dikin ku amadekarî ji bo encamdana êrîşê ji bo kontrolkirina navçeya Cebel el-Zawiye tên kirin.

Ji Şama paytext, Tirkî el-Hesen, generalê malnişîn û şîrovekeraê stratejî ku nêzîkî koçka komarî ye, ji Rûdawê re got, biryara rizgarkirina Idlibê Rûsî-Sûrî ye û ew biryar hatiye dayin.

Şîrovekarê Stratejîk General Tirkî el Hesen got: “Biryara Rûsî-Sûrî hatiye dayin bo rizgarkirina Idlibê. Rizgarkirin jî dê bi du rêyan be. Rêya yekem, ew a baştir e, rêya lihevkirinên ku berê li tevahiya parêzgehên Sûriyê hatine kirin, û dibe li Idlibê jî bên kirin. Rêkeftin di navbera Erdogan û Putin de, 5 Adara par, hatibû kirin, ji bo cîbicîkirina rêkeftinê û vekişîna Tirkiyê ji herêmê qonax bi qonax. Ez bawer im ku cîbicîkirin dê qonax bi qonax be.”

Hesen herwiha dibêje, divê Tirkiyê grûpên biyanî ji bakurê Sûriyê derxîne û hêzên xwe jî vekişîne.

General Tirkî el-Hesen got jî: “Lê Serok Erdogan rêkeftina 5 Adara 2020 cîbicî nekiriye heta niha. Lewma 2 erkên sereke jê tên xwestin. Erkê yekem, cudakirina grûpên terorîrst ji hev û desrxistina grûpên biyanî ji bakurê Sûriyê. Xala duyem, vekişîn û radestkirina navçeyê, bi taybet rêya M4 di navbera Heleb û Laziqiyê de. Lê herdem xap didan xwe û vekişandin paş dixist.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin