Hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji eşîretên Ereb kir li dijî HSDê serî hildin

Hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji eşîretên Ereb kir li dijî HSDê serî hildin

Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Welîd el-Muelim daxwaz ji êl û eşîretên Ereb ên di nava Hêzên Sûrîyeya Demokratêk (HSD) de kir, ku li dijî HSDê serî hildin û ji wan re got, artêşa Sûrîyê dê li kêleka we be.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Welîd el-Muelim, di prêskonferansekê de li Şam a paytexta Sûrîyê, behsa helwesta welatê xwe derbarê pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojihilatê Sûrîyê kir.

El Mûelim, bi tundî êrîşî Amerîkayê kir û hem rexne û hem şîretên bi gefan pêçayî li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di bersiva pirsekê de, derbarê dîyaloga alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi piştevanîya Amerîka û Fransayê, serokê dîplomasîyeta Sûrîyê got, ku gazin ne ji Amerîka lê jê Kurdan tê kirin.

Welîd el-Muelim dîyar kir, ku Kurdên Sûrîyê “hêj di wehmê de dijîn” û got, “gazina me li Kurdan heye, hîn di wê wehmê de ne ku Amerîka dê li ser piştevanîya wan berdewam be.”

El-Muelim got, ku ew dê sibehekê ji xew rabin, ku Amerîka li herêmê nemaye.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê amaje bi hebûna Amerîkayê li ser axa welatê xwe û li Rojavayê Kurdistanê kir û Amerîka weke hêzeke dagîrker bi nav kir, ku bi gotina wî, ne cîhana Erebî û ne jî Kurd jê re giring nînin û jê re tenê berjewendîyên wê giring in.

Welîd el-Muelim li ser vê yekê got: “Derbarê tişta ku Amerîkî dikin, ev zelal e, gazin ne ji wan e, ew hêzeke dagîrker in û hebûna wan li ser xaka Sûrîyê ne rewa ye. Gazin ji birayên me yên Kurd e ku heta niha di wê wehmê de ne ku Amerîka dê di alîkarîya wan de berdewam be. Ez dibêjim wan, dê rojek bê ku ew sibehê ji xew rabin -ew hebûna Amerîkî nebînin. Ji ber ku Amerîka li vê navçeyê, ne berevanîyê di ber berjewendîyê xwe de dike, lê belê di ber berjewendîyê Israîlê de dike. Lewma ez dibêjin ne tu kes ji cîhana Erebî û ne jî Kurd ji bo Amerîka hîç ne girîng in. Tişta girîng bo Amerîka berjewendîya Îsraîl e û ewlehîya Israîl e. Lewma ez ji wan re dibêjim, hişyar bin, dersên rabirdû û reftara Amerîka ligel hevpeymanên xwe û devberdana bi hêsanî ji wan di dîrokê de belgekirî ne.”

Derbarê pirseke taybet bi hêzên HSDê, Welîd el-Muelim, wezîrê derve yê Sûrîyê êl û eşîretên Ereb han dan, ku li dijî HSDê serî hildin û dîyar kir, wê demê artêşa Sûrîyê dê piştevanîya eşîretên Ereb bike.

Welîd el-Muelim wiha axivî: “Derbarê HSDê, tu dizanî ku HSD ne tenê grûpek ji birayên me yên Kurd e. Eşîret di nav de hene. Ew eşîret jî tevlî bûne yan bi sedema rikêfa Kurdan, an jî daxwaza mafên xwe dikin, an jî bi sedema mûçeyên ku tên dayin, çimkî ew nefta Sûrî didizin. Bi her hal, ez dibêjim wan, di rîya we re, serî hildin û hûn ê artêşa Sûrîyê li kêlek xwe bibînin. ne ku berûvajî wiha.”

Wezîrê Derve yê Sûrîyê herwiha aşkere kir ku ew dîyalogê bi Rêveberîya Xweser re ji bo hin tiştan dikin, ne ji bo paşeroja welat. El Muelim got: “Weke nimûne, em dîyalogê li gel wan dikin ji bo derbaskirina barên genim. Em dîyalogê ligel wan dikin derbarê kiryarên wan li dijî ezmûn xwendekarên lîsa û amadekarî, lê ne dîyalogeke ji bo siberojê. Ew tenê ji bo kiryarên rojane ye.”

Di prêskonferansê de, wezîrê derve yê Sûrîyê helwesta welatê xwe ji Yasaya Qeyser, prosesa sîyasî û destûrî ya kirîza Sûrioyê û helwesta Amerîka ji serokê Sûrîyê Beşar el-Esed, û herwiha pêşhateyên Lîbyayê, ragihand.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin