Hikûmeta Kurdistanê spasiya Baroya Amedê kir

Hikûmeta Kurdistanê spasiya Baroya Amedê kir

.

A+A-

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî êrişa nijadperest li ser malbata Kurd ya li Mêrsînê bi tundî şermezar kir û ji bo piştgirya malbata Kurd ya Hewlêrî kirine spasiya parêzer û serokê Baroya Amêdê jî kir.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û di derbarê malbata Kur ya ku li Tirkiyê rastî êrişeke nijadperest hatibû axivî.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî di derbarê helwesta Hikûmeta Herema Kurdistanê ya li ser êrişa malbata Hewlêrî de got “Malbata Herema Kurdistanê ya ku ji bo cejnê çûbûn Tirkiyê û betlana xwe li wê derê bikin mixabin rastî êrişeke hovane ya nemirovî hatin bi tyabet di demeke ku zarok û xanima wî pê re bûn.”

Sefîn Dîzeyî anî ziman ku li ser kurdan êrişên wisa berê jî çêbûne û ew bûyer nayê qebûl û êrişê bi tûndî şermezar kir û wiha got li gorî zanyariyên ku me bidest xistine êrişker hatine desteserkirin û pêvajoya hikûkê hatiye destpêkirin. Ji ber ku destpêka li vê bûyerê xwedî derketine em spasiya Baroya Amedê jî dikin. Em vê bûyerê bi tundî vê bûyerê şermezar dikin. Ew hemwelatiyên me ne û mafê wan e bi azadî geştê bikin. Ez bi brêz Muştaq re bi riya telefonê axivîm. Li nexweşxaneyê ne, spas ji xwedê re rewşa wan ya tendirustî baş e. li gor zanyariyên ku me bidestxistine 3 kes hatine desteserkirin. Di têkiliyên me yê bi konsulxaneya Tirkiyê re, me got divê ev bûye bi riya qanûnî ev meselê bê çareserkirin.”

Dîzeyî da zanîn jî “Bi rêya parêzerên ku ji Amedê çûne cihê bûyerê bi fermî doz li ser wan kesên êrişkar hatine vekirin û ew doz dê li gorî qanûnên Tirkiyê bê helkirin û cezayekî wisa ji bo êrişkara bê dayîn û bibe ders ku careke din êrişên wisa li ser geştiyaran neyên kirin.”

Herwiha hat diyar kirin ku ji bo ku xizmên malbatê bi awayekî lezgîn vîzeyê werbigrin û biçin Tirkiyê bi konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê re ketine têkiliyê û konsulxane jî di derbarê vê yekê de dê alîkariyê bide.

Li aliyê din Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren jî ji bo piştgiriyê bide malbata Kurd ya ku li navîeya Bozyazuya Mêrsînê rastî êrişa nijadperest hatiye çû Mêrsînê.

Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren li Mêrsînê li ba malbata ku rastî êrişê hatibû beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê bûyer û dozê de zanyariyan da.

Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren got “îfadyên malbatê hatin girtin ku bûyer çewa qewimiye. Kesên ku êriş kirine bi bi Tirki axivîne. Tiştên ku gotine pir fem nekirine lê li wan heqaretê kirine. Bi armanca kuştinê bi keviran êrişî wan de birine. Bi keviran li pişt serê wî xistine. Armanceke wan wisa hebûye ku wan di zinar de bavêjin lê mirovên ku li wê derê bûne nehiştine.”

Nahît Eren da zanîn kû êrişkar 3 kes bûne ku pêşiya wan girtine û malbatê ji otomobîlê peya kirine û li wan xistine, 3 êrişker hatine destserkirin.

 Herwiha Eren dibêje dema ku wan ji otomobîlê peya dikin heqereteke mezin li wan dinkin û gotinên nijadperst jî bikaranîne.

Di derbarê pêvajoya dozê de Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren got “niha mexdûr e di nexeşaxaneyê de ye û di îfadeyên wî de wek parêzer me cih girt. Tiştê ku heye kesên ku hatine desterkirin derkebin ber dozgeriyê û biryara girtin û negirtinê dê dozger biryar bide.

 Parêzgariya Hewlêrê Omîd Xoşnaw derbarê êrişa li ser malbateke Kurd a ji Hewlêrê li Mêrsînê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyê kir ku di zûtirîn dem de kesên êrişkar bên girtin û cezayê xwe bibînin.

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê kir, “bi fermî bo raya giştî zelalkirinekê bide û sedema lêdan û êrişa li ser hevwelatiyên me li welatê wan zelal bike.”

Malbateke Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê duh li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibû.

Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke Tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribû.

Di encama êrişa nijadperestên Tirk de jibilî endamekî din ê malbatê, Muştaq Mehmûd Kerîm bi giranî birîndar bûbû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

Piştî ku ev bûyer bi rêya Rûdawê belav bû, komele û baroyên herêmê jî ketin nav tevgerê û li gor daxuyaniya Baroya Amedê şandek bi serpereştiya Serokê Baroyê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketiye ku piştgiriya yasayî bide wê malbatê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li hejmara xwe ya Twitterê jî peyamek derbarê bûyerê de belav kir û êrişa li dijî malbata Kurd şermezar kir û daxwaz kir, “lêpirsîneke bilez” derbarê êrişkaran de bê kirin û dozgerî jî zelalkirinekê derbarê bûyerê de bide.

Şahidhalê bûyerê Cîhan Kutluk ragihandibû, “Dema ku em ji Edenê ber bi Antalyayê ve diçûn, li navçeya Bozyazi ya bi ser Mêrsînê ve demjimêr derdora 16.00an pêşiya otomobîla malbatekê hatibû birin û ji aliyê çar kesan ve dihatin derbkirin. Bi keviran êrişî bav û kurê wî yê 12-13 salî dikirin û bi keviran li serên wan dixistin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin