Hikûmeta Îranê termê karkerekî kurd firot malbata wî!

Hikûmeta Îranê termê karkerekî kurd firot malbata wî!

Rêjîma îslamî ya Îranê termê karkerekî Rojhilatî, ku di alozîyên Tehranê de canê xwe ji dest dabû, firot malbata wî!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malpera Hengaw ragihandîye, dema malbata karkerê kurd Mihemed Riza Mihemedî, ku di alozîyên Tehranê de ji alîyê hêzên polîs ve hatibû kuştin, daxwaza termê kurê xwe kiribûn, berpirsên hikûmetê daxwaza 60 milyon tûmen (derdora 6 hezar dolar) û pakêtek şêranî kiribûn!

Li gorî agahîyan, malbatê jî bi neçarî ew dirav û şêranî dabû wan û termê kurê xwe ji wan standibû.

Ew karkerê kurd, xelkê bajarê Îslamava li eyaleta Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê bû û bo kar çûbû Tehranê lê di nav alozîyan de ji alîyê hêzên polîs hatibû kuştin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin