Hêzên Iraqî ketin kemîna DAIŞê

Hêzên Iraqî ketin kemîna DAIŞê

Li devera Qeretepe ya Başûrê Kurdistanê, hêzên artêşa Iraqê ketin kemîna çekdarên DAIŞê û herî kêm 4 serbaz hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê komîteya YNKê li nahîya Qeretepe ya bajarê Xaneqînê, Mihemed Umer ji BasNewsê re got, duh hêzên artêşa Iraqê li nêzîkî gundên Xelawîye û Elî Cume yên Qeretepe ketin kemîna DAIŞê, ji ber wê jî şerekî giran di navbera her du alîyan de derket.

Mihemed Umer da zanîn, di wî şerî de herî kêm 4 serbazên Iraqî hatin kuştin û 9 serbaz jî birîndar bûn.

Wî berpirsê YNKê anî ziman, ew cihê ku hêzên Iraqî ketibûn kemîna DAIŞê, duh danê sibê ji alîyê firokeyên şer yên artêşa Iraqê ve hatibûn bordûmankirin.

Li gorî agahîyên wî berpirsê YNKê, komek çekdarên Heşda Şeibî çûbûn alîkarîya hêzên Iraqî lê ew jî şepirze bibûn û vegerîyabûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin