Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Heyamo ji wan re bêje!

A+A-

 

-1-

Çi havînek dirêj e

Tu dibêjî qey heyam

Xwe xuz kiriye û dem

Hûrikên xwe di nav tozê wê de

Didêre..

Waweylê!

Çilo sal pîr dibin û

Mîrneşîn pîr nabin?!

-2-

Herdû bestên li dor gundê min Doda

Gelek çerx û dewran dîtine ta ku

Derbasî dîrokê bûne.

Dîroka ku bi bêdengî zêrevaniya

Rêwiyên xwe dike..

Hin caran bi wan re dikene û hin caran digirî..

Lê qet diyalogê bi kesên rawestyayî re

li ser peravên demê nake..

-3-

Va ez ketime payîza temenê xwe,

Rojan dispêrim hev, li gor serwextiya xwe,

xwe ji wan re xuz dikim..

Pêre-pêre sosretmayî dimînim û

ji xwe dipirsim: Va ez pîr dibim,

Gelo çima desthilat û berpirsyar pîr nabin?!

-4-

Derewan dikin û

Tu bi wan zane..

Pêre jî ev gotin tê hizra mirov:

(Xwe biparêze ji şerê kesên ku

te qencî bi wan kiriye)

An: (ku te qencî bi merdan re kir,

te ew ji xwe re kirîn û

te qencî bi nemerdan re kir

wê rojekê li ber te rabin û

berberiya te bikin).

Dawî; bav û kalên me gotine:

(Kesê nekes be nabe kes, kurtanê kerê nabe etles).

-5-

Dibêjin:

Ji bo rastî bê gotin,

Dîrok xwe vedigerîne

Gelo! Ji bo vejandinê

Evîn jî xwe vedigerîne?

Heyamo! ji wan re bibêje!

 

Qamişlo, Tebaxa

Önceki ve Sonraki Yazılar