Hewramî: Hikûmeta Kurdistanê ti hincet ji Bexdayê re nehiştiye  

Hewramî: Hikûmeta Kurdistanê ti hincet ji Bexdayê re nehiştiye  

.

A+A-

Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser danûstandinên ligel Bexdayê got ku ew piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin û niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftinê de ti hincet ji hikûmeta Iraqê re nehiştiye.

Hêmin Hewramî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, “Civînên niha yên şanda Hikûmeta Herêmê li Bexdayê zêdetir ligel Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ye li ser projeyasaya budceyê û para Herêma Kurdistanê. Em piştevaniya reşnivîsa projeyasayê dikin ku ji hikûmetê çûye parlamentoyê, lê belê hevkêşeya li nav parlamentoyê aloztir e û hewla guhertinê hatiye dayîn, kêşe bêhtir li ser madeya 11 ye ku behsa radestkirina dosyeya petrolê dike, lê em tekez dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji parlamento û hikûmeta Iraqê re nehiştiye, ku para budceya Herêma Kurdistanê neşînin.”

Hewramî got: “Tiştê ku em dibînin, arasteyeke tund li nav Parlamentoya Iraqê heye û niyeta wan ne rêkeftin e, loma astengan dixin ber danûstandinan.”

Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî destnîşan kir: “Niyeta Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ew e ku ligel hikûmeta Iraqê li hev bikin, hemû hewldan ji bo wê yekê ne ku ti hincetek nemîne, da ku şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê asteng nekin.”

Hewramî eşkere kir: “Eger pêwîst bike, şandeke siyasî ya Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin