Hevserokên Şaredarîya Rêya Hermûşê hatin desteserkirin

Hevserokên Şaredarîya Rêya Hermûşê hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta endamîtî û propagandaya bo rêxistina terorê, ku mebest jê PKK ye, hevserokên Encûmena Şaredarîya Rêya Hermûşê (Îpekyolu) ya ser bi parêzgeha Wanê ji alîyê hêzên Tirkîyê ve hatin desteserkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Asayişa Wanê ragihand, tîmên têkoşîna li dijî terorê yên ser bi vê rêveberîyê ve, îro Înê li ser destûra Serdozgerîya Giştî ya Komarê ya Wanê operasyonek encam dan.

Li gorî daxuyanîyê, hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê li navçeya Rêya Hermûşê, avêtin ser malên Hevserokê Şaredarîya Rêya Hermûşê, Azim Yacan û Şehzade Kurt û ew herdu desteser kirin.

Rêveberîya Asayişa Wanê dîyar kir, ew herdu kes di çarçoveya lêkolîna li ser dosyeya KCKê hatine desteserkirin.

Piştî hewla kudetaya 2016an li Tirkîyê, Wezareta Navxwe ya wî welatî bi biryarên taybet û bi tohmetên weke alîkarîya bo rêxistina terorê, endamîtî û propagandaya bo rêxistina terorê, serokên şaredarîyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de ji kar davêje û li cihê wan qeyûman dîyar dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin