Hevserokên şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin

Hevserokên şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin

Bi fermana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, hevserokên şaredariyên her sê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji kar hatin avêtin û hêzên ewlehiyê derdora avahiyên şaredariyan dorpêç kirine.

A+A-

Îro demjimêr 05:55an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, avahiyên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê girtin û dorpêç kirin. Li gor zanyariyan, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hevserokên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Adnan Salcuk Mizraklî, Bedia Ozgukçe û Ahmet Turk ji kar hatine avêtin.

Li cihê wan, hikûmeta Tirkiyê erkê birêvebirina wan şaredariyan daye destê Parêzgarê Amedê, Hasan Basri Guzeloglu, Parêzgarê Mêrdînê, Mustafa Yaman û Parêzgarê Wanê Mehmet Amin Bîlmez.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de, serokên wan herdê şaredariyên Bakurê Kurdistanê, bi wê yekê tohmetar kirine ku pêwendiya wan bi rêxistinên terorîstî ve heye.

Wê wezaretê herwiha ragihandiye, belge di destê wan de heye ku wan kesan alîkariya rêxistina terorîstî kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin