Hevpeyvîna Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan ya li gel Ajansa Mezopotamyayê

Hevpeyvîna Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan ya li gel Ajansa Mezopotamyayê

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Hanifi Turan pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersîvand. Lê belê hat ditîn ku li ser axaftina Turanî sansur hatîye kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Hanifi Turan pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersîvand. Lê belê hat ditîn ku li ser axaftina Turanî sansur hatîye kirin.

Li ser vê yekê PAKê daxuyanîyek belav kir. PAKê got:

 

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersîvand.

Lê mixabin Ajansa Mezopotamyayê hinek gotinên Hanifi Turan sansur kirîye û bi wî şiklî hevpeyvîn belav kirîye.

Hanifi Turan bang li Dewleta Tirkîyeyê jî, bang li PKKyê jî kirîye û gotîye divê rêzê li meşruîyeta desthilatdarîya Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin.

Lê Ajansa Mezopotamyayê banga Hanifi Turan a ku jibo PKK rêzê li meşruîyeta desthilatdarîya Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire ji hevpeyvînê derxistîye û belav nekirîye.

Herweha Hanifi Turan bang li Dewleta Tirkîyeyê jî, bang li PKKyê jî kirîye û gotîye divê şer û operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî bêne rawestandin.

Lê Ajansa Mezopotamyayê banga Hanifi Turan ya jibo ku PKK dawî li çalakîyên çekdarî bîne belav nekirîye.

Em balê dikişînin ser vê helwesta şaş a Ajansa Mezopotamyayê û li gel vê agahdarîyê em wê roportaja ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatîye belav kirin bi raya giştî re parve dikin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ji Ajansa Mezopotamyayê nûçeya Fahrettîn Kiliç û Ergîn Çaglar wiha ye:

Endamê MYK'a PAK’ê Hanîfî Turan êrîşên TSK'ê yên li dijî Herema Federe ya Kurdistanê rexne kir û got: "Li dijî êrîşan çeka herî mezin yekitîya neteweyî ye." 

Endamê Lijneya Rêveberîya Navêndî (MYK) ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Tûran, der barê êrîşên Tirkîyeyê yên li Herêma Fedaral a Kurdistanê de axivî. Tûran, destnîşan kir ku Tirkîye bi sala ne êrîşî Herema Federe ya Kurdistanê dike û got: “Dema mirov li şer dinêre, şer li Bakûr e. PKK li Bakûr şer dike. Êrîşên Tirkîye serwerîya hikumeta Federe ya Kurdistanê û parlementoya wê binpê dike. Ev nayê qebûl kirin. Em bang li Tirkîyeyê dikin ku dest ji şer berde. Çareserî li ser maseyê pêş dikeve. Divê hemû nûnerên alîyên gelê kurd li ser wê maseyê kom bibin û pirsgirêkê çareser bikin. Çareserî bi dîyalogê pêş dikeve." 

 

'HEMÛ DEWLETÊN DAGIRKER LI DIJÎ YEKÎTÎYA KURDAN IN'

 

Tûran, dîyar kir ku hemû dewletên ku axa kurdan dagir kirine, li dijî yekitîya kurda ne û wiha axivî: “Di referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de Tirkîye, Îran û Îraq bûn yek alî. Dixwazin hemû destkeftîyeke kurdan jî destê wan bigirin. Ji ber wê lazim e kurd li çar perçeyan bibin yek û têbikoşin." Tûran, hevhatina Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) jî nirxand û got: “Me di destpêkê de xwest ENKS û TEV-DEM li ser esasên Peymana Hewlêr û Dihokê ser maseyê rûnên. Îdareyeke eskerî, aborî, perwerdehî û di hemû beşên jîyanê de hevbeş ava bikin. Îro ev pêk hat. Em keyfxweş in û alîyên ku peyman îmze kirine pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev bibe destpêkek kurd li Rojavayê Kurdistane bibin xwedî statu." 

 

‘XELASÎ YEKÎTÎYA KURDAN E' 

 

Tûran, da zanîn ku her partî û rêxistin di têkilîyên cîranên xwe de divê berjewendîyên gelê xwe bidin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş bizanibin ku Surîye, Tirkîye, Îran û Iraq jî naxwazin ku kurd yekitîya xwe ava bikin. Ji bo yekitîyê xera bikin her tiştî dikin. Wê gefan jî li me bixwin û li me jî bixin. Li dijî êrîşên wan çeka me ya herî mezin yekitîya me ye. Divê em bibin yek. Kengî me xwe li ser hev ferz nekir wê yekitîya me jî ava bibe. Em ê di asta navnetewî de jî bi rumet bin. Xelasî yekîtîyî ye." Tûran, anî ziman ku ji ber hêzên navnetewî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin li dijî êrîşên Tirkîyê bêdeng in û wiha lê zêde kir: “Dema berjewendîyên dewletan derdikeve holê nirxên mirovî û yên demokrasîyê li cihekî dimînin. Hewceye em jî berjewendîyên gelê xwe û hêzên mezin bikin yek. Wê demê dê qezenca me zêde bibe.”

 

'DESTKEFTÎYÊN KURDAN LI KU PÊŞ DIKEVE ÊRÎŞÎ WIR DIKIN'

 

Tûran, herî dawî xwest partîyên li her çar parçeyên Kurdistane li dijî êrîşên dewletên cîran bertek nîşan bidin û wiha bi dawî kir: "Em weke PAK'ê ji roja ewil bertek nîşanî tevgerên dewleta Tirkîyê û Îranê didin ku dev ji êrîşên xwe berdin. Tirkîye PKK'ê ji xwe re dike hinceta êrîşan. Dema referandumê jî refarandûn kirin hincet. Her tim hincetan çêdikin. Destkeftîyên kurdan li kîjan perçeyî xurt bibin ew dê mudahaleyî wan parçeyan bikin. Bi taybet jî Îran û Tirkîye. Gengaze ku di warê sîyasî de weke hev nefikirin. Lê divê em rêzê nîşanî fikrên hev bidin û em berjewendîyên gele xwe bidin pêşîya her tiştî. Wê demê dê êrîş jî bisekinin û em jî dê rizgar bin.”

Hûn dikarin bi vê lînkê bigihijin nûçeyê:

http://mezopotamyaajansi22.com/kr/HEM-NCE/content/view/101421?fbclid=IwAR3U_muCGXF-sWpKjwmqrLTYf9BpN-HBRCMqLZnOdZ0kPYlDb7Eby-aeMFY

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin