Hevpeymaniya Navdewletî û Pêşmerge operasyoneke hevbeş pêk anîn

Hevpeymaniya Navdewletî û Pêşmerge operasyoneke hevbeş pêk anîn

Hat ragihandin, balafirên hevpeymaniyê û Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Germiyanê operasyonek bi ser terorîstên DAIŞê de pêkanîn.

A+A-

Di encama vê operasyona ku bi kordînasyona Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Pêşmergeyên Kurdistanê hat kirin de, 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Karbidestekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku balafirên hevpeymaniyê li herêmên navbera Kifrî û Xurmatuyê êrîş birine ser terorîstên DAIŞê û Pêşmerge jî li bejahî terorîst topbaran kirine û di encamê de 13 terorîst hatine kuştin.

Rayedarê Pêşmerge diyar kir, 11 termên terorîstan ketine destê Pêşmerge û daxuyakirin ku li gor zanyariyan yek ji kuştiyan berpirsê herêmê yê DAIŞê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin