Hevpeymanan 150 wesayitên leşkerî dane hêzên Pêşmerge

Hevpeymanan 150 wesayitên leşkerî dane hêzên Pêşmerge

.

A+A-

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li ser alîkariyên xwe yên leşkerî bo Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê berdewam in û îro hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a alîkariyan radestî Wezareta Pêşmerge kir.

Alîkariyên leşkerî yên ku pêşkêşî Wezareta Pêşmerge hatin kirin, ji 50 otomobîlên zirhî yên Hummer, 29 barhilgir, 23 şofel û treks, 21 tankerên sotemeniyê, 16 tankerên avê û 10 barhilgirên rizgarker pêk tên.

Ew alîkariyên leşkerî îro di merasimekê de li Hewlêrê radestî rayedarên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê hatin kirin.

Di merasima wergirtina wan alîkariyên leşkerî de, Cîgirê Sererkarnê Pêşmerge, Emîd Rukn Hoşmend Rehîm ragihand, “Em spasiya rol û dostatiya Hevpeymanan dikin, ku qonax bi qonax bi me re ne, Pêşmerge jî wek hêza hevpeyman û şerker gelek sûd ji wan alîkariyan wergirtiye.”

Hoşmend Rehîm herwiha got, “Em alîkariyên wan bilind dinirxînin û daxwaz dikin ku berdewam bin.”

Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge herwiha diyar kir, “Pêwîste fermandeyên me rênimayên temam ji bo bikaranîna amûran hebin û em karên tîma şêwirmendên locestîk ên Hevpeymanan jî bilind dinirxînin û me sûd ji rênimayên wan wergirtiye.”

Hevem şêwirmendê pilebilind ê hêzên Hevpyemaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê, Todd Burroughs ji Rûdawê re ragihand, “îro 150 wesayit radestî Pêşmerge hatin kirin ku bi wan şiyanên Hêza Pêşmerge zêdetir dibe.”

Todd Burroughs diyar kir, ew wek Hevpeymaniyê piştevaniya Wezareta Pêşmerge dikin û erkê wan ê hevbeş bi Hêza Pêşmerge re, têkoşîna li dijî DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê ye. Burroughs got: “Şanaziyeke mezin e ez di nav hêzên Pêşmerge de me û me û Pêşmerge dijminekî hevbeş heye.”

Hevpeymaniya Navdewletî heta niha çend caran alîkariyên leşkerî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye.

Di dawiya Tîrmehê de, hevpeymaniyê bi giştî 50 Humvî, sê tankerên avê, û 25 kamyonên veguhastinê yên giştî radestî Wezareta Pêşmerge kirin.

Di Hezîranê de jî Hevpeymaniya Navdewletî di du gerên cihê de bi bihayê 4 mîlyon dolar çek û alavên leşkerî dabû Hêzên Pêşmerge.

Bernameya alîkariyên leşkerî bo Wezareta Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve ji sala 2014an ve dest pê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin