HEVALÊ WAQAS ÇELÎK (CABÎR) KOÇA DAWÎ KIR!

HEVALÊ WAQAS ÇELÎK (CABÎR) KOÇA DAWÎ KIR!

Me welatperwerekî din yê Kurd ku bi dilpakî û duristîya xwe, bi bawerîya doza xwe, bi fedekarî û biryardarîya xwe dihat naskirin û tevayî jîyana xwe pêşkêşê doza welat û miletê xwe kiribû, wenda kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Hevalê Vakkas Çelîk derdora sîyasî de li Kurdistanê bi navê Heyder û li Ewropa bi navê Cabîr (Alan Lordînî) dihate naskirin. Hevalê me Vakkas Çelîk, îro li Parîsê ji ber şewba Corona jîyana xwe ji dest da! Di serî de bila serê malbata wî, hemû dost û hevalên wî û gelê Kurd sax be!

Ji ber koça dawî  ya vî hevale hêja, em gelekî xemgîn in û di nava êşek kûr de ne!

Hevalê  Heyder/Cabîr (Vakkas Çelîk), xwedîyî derbasbûyek sîyasî, rexistinî û tekoşînêk dûdirêj bû ku li Dîlokê (Entabê) destpêkir û li Parîsê bi dawî hat. Em deyndarê wî ne ku li gorî derbasbûn û tekoşîna wî ya sîyasî, bi awayekî din wî bi bîrbînin û di xebat û têkoşîna welat û miletê xwe de bidin jîyandin. 

Hevalê Cabir, koça te ya dawî mirinek gelekî bêwext bû!

Em dizanin ku armanc, daxwaz û xeyalên te yê mezin hebûn!

Em dizanin ku hîna gelek tiştên ku te bikira hebûn!

Em dizanin ku heta bêhna dawî jî tu Kurd û Kurdistanî bû kekê Cabîr!

Bêguman êş û xema wendakirina te gelek mezin e!

Em dixwazin tu vê bizanbe!

Ji ber vê rewşa awarte ya dinyayê, dest û lingên me hatine girêdan. Ji ber vê bêçaretîyê mixabin em nikarin wezîfeyên xwe yên dawî ji bo te pêkbînin. Ev jî  êş û jana hundurê me kûrtir û dijwartir dike, kekê Cabîr! Ji bo ku em nikarin di koça te ya dawî de, li cem te bin, xwedî li te derkevin, cenaze û tazîya te li gor derbasbûya te ya sîyasî, xebat û têkoşîna te ya bi nirx pêk bînin, û xatirê xwe ji te bixwazin, weke derdekî bê derman e, hevalê Cabir!

Em soz û peymanê didin ku em dê heval û hogirê yê hêja, mêrxasê doza azadî û serxwebûnê, kekê Cabîr tu carî ji bîr nekin!

Oxir be rêwîyê rêya dirêj hêja Cabîr!

Rêya te rohnî be hevalê Weqas!

Rêya te vekirî be, stêrkên ezmanê hevalê te bin, tekoşerê Tekoşîna serxwebûn û azadîya Kurdistanê!

Azad Dîlokî

Mustafa Ak

Baran Boskan

M. Can Azbay

Sıddık Değirmenci

İsmail Ay

Yusuf Aydın

Abdullah Delidere

Abdulkadir Sağar

Kemal Adar

Hemdullah Akyol

Süleyman Erdem

Nuri Kılıç

Rıfat Sefalı

Seyidxan Kurij

Müzafer Özgür

Kadri Yeşilmen

Abdullah Yurtsever

Omer Xelikan

Alain Atasoy

Almet Demirtaş

Mehmet Selim Uzun

Nezir Akat

Zinar Soran

Şermin Bozarslan

Sıddık Bozarslan

Yusuf Azad Erdem

Kadri Emsiz

Hüseyin Alpergin

Hadi Akdoğan

Mahmut Kaplan

Seyfi Balta

Baver Kevir

Atilla Kalkan

Mehmet Dehsuwar

Çeko Pekgül

Çeto Omeri

Xidir Uso

Ferhat Boskan

Cemil Erol

Garip Özcan

Ahmet Atasoy

Bedri Pala

İdris Turgay

Şefik Çakırgöz

Yahya Kaplan

Netewe.com

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin