Herêma Kurdistanê dê elektrîkê ji Tirkiyê bikire

Herêma Kurdistanê dê elektrîkê ji Tirkiyê bikire

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, biryar hatiye dayîn 200 megawatt elektîrîk ji Tirkiyê bê kirîn.

Umêd Ehmed, Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir wan biryar daye ji Tirkiyê elektrîkê bikirin û “veguhastina elektrîkê dê bi rêya Zaxo pêk bê; li wî sînorî hêleke me ji bo veguhastinê heye û em bi niyaz in piştî sersalê girêbesta kirînê îmze bikin.”

Berdevkê Wezareta Elektrîkê behsa wê jî kir, ew elektrîka ku ji Tirkiyê dikirin ji ya ku tê berhemanîn erzantir e.

Umêd Ehmed dibêje, “Ew a em ji Tirkiyê dikirin, nirxê 1 kilowatt demjimêrekê nêzikî 6 ta 7 sent e, lê eger em berhem bînin du qatê wê ye.”

Di vê serdema zivistan û sermayê de bikaranîna elektrîkê gelek zêde bûye; niha daxwaz bo nêzikî 7 hezar megawatt zêde bûye û berhemanîna elektrîkê jî nêzikî 3 hezar û 800 megawatt e.

Ji ber wê sedemê jî pêdana elektrîkê jî di şev û rojekê de 10 bo 12 demjimêran kêm bûye û demjimêrên din jî elektîrîk bi rêya jeneratoran tê dabînkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin