Herêma Kurdistanê: 14 kesên din bi Koronayê can dan

Herêma Kurdistanê: 14 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê di dawîn 24 demjimêran de 507 kes bi vîrusa Coronayê ketin û 14 kesan bi wê vîrusê canê xwe ji dest dan.

A+A-

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên derbasbûyî yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kirin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustîyê belav kirine, li Herêma Kurdistanê di rojekê de 507 kes bi Coronayê ketine.

Her li gor zanyarîyên hatine belavkirin di nava 24 demjimêran de 14 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane û 132 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 16 hezar û 84 kes bi vîrusa Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 9 hezar û 843 kes baş bûne û 611 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin