Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat berdan

Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat berdan

.

A+A-

Helbestvan Yilmaz Odabaşi piştî rojeke li girtîgehê êvara 31'ê mehê hat berdan. Odabaşi li ser hesabê xwe yê twitterê re ev agahî belav kir û sipasiya kesên alîkarî wî kirine kir.

Odabaşi wisa got, "Bi kurtahî, di jiyana xwe de ez tu demê alî hîle, derew, namerdî û qehpetî nebûm. Ger li vî welatî hiqûq hebe dê mufetîş an jî AYM (Dadgeha Zagona Bingehîn) lêbikolin û bibînin ku tenê ji ber li memleketê min, li paşeroja min nêrîne ceza dane min, û dê vê yekê derxin holê. Yan na emê herin DMME'yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê).
(Ev agahî êvara 31'ê mehê, piştî ku Odabaşi hat berdan li nûçeyê hatiye zêdekirin)

Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin

Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên wî yên li tora civakî hat binçavkirin û hat tewqîf kirin. Odabaşi ji ser twqittera xwe re paşê gotina "Dema min karekî noterê dikir polîsên hatin ez girtin bin çavan û û wan ez teslîmê polÎsên sivîl kirin. Min dibin edliyeyê." Odabaşî paşê peyam belav kir û got "Min dibin Girtîgeha Kandirayê." (Ev agahî 30'yê mehê hat weşandin)


Yilmaz Odabaşi kî ye?

Helbestvan Yilmaz Odabaşi di sala 1962'yan de li Amedê hatiye dinê. Wî karê gelek salan karê rojnamegerî kiriye lê ew zêdetir bihelbestvaniya xwe  tê nasîn. Yekem pirtûka wî di sala 1984'an de hatiye weşandin.

Ji Ahmet Kaya, Onur Akin, Edip Akbayram, Grup Yorum, İlkay Akkaya, Ferhat Tunç bigire heta  Sevcan Orhan, Suavi, Hayko Cepkin gelek hunermendî helbestên wî kirine stran û xwendin.

Odabaşi ku bi tirkî dinivîsand, helbestên wî ji bo farisî, îngilîzî, fransizî, kurdî jî hatine wergerandin.

Heta niha dor 15 pirtûkên helbestan, ligel van pirtûkên wî yên roman, çîrok, ceribandin û bîranînan derketine.

Helbestvan Odabaşi heta niha gelek xelat jî girtibûn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin