Hejmarek berpirsên YNKê dest ji kar kêşan

Hejmarek berpirsên YNKê dest ji kar kêşan

Hejmarek berpirsên YNKê dest ji kar kêşana xwe û endamtîya ji partîyê ragehandin û rexneyên tund li malbata sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor beyanameya ku wêneyekî wê ji BasNewsê re hatîye şandin çar berpirsên YNKê li Germîyan ku navên wan li xwarê hatine nivîsandin behsa 30 sal nav YNKê de kar kirina xwe û li gel hemû êş û nexwaşîyên xwe kirine û ragehandine ‘’Em bi hêvî li benda çaksazî û nûbûnê bûn û careke din rabûna ser pîyan a YNKê bûn, li gor şîretên Mam Celal. Lê piştî mirina Talabanî ‘Ne YNK, nav YNKê de hat parastin, ne jî çepke gula Mam Celal wek xwe ma.’’

Herwaha ragehandin ku, hin kes bo berjewendîya xwe bi navê malbat man, ew bê dadperwerî û dûr ji karê partîyê, xwe kirina nûnerê mala Mam Celal û ên ku li gel nêrîna wan jî nebe, wek dijî mala Mam Celal nîşandan, ku wek kesên ku nav du partîyên cuda de bin.’’

Herwaha hat teqez kirin piştî koça dawî ya Mam Celal ‘’Derî li ser kesên dilsoz û tekoşer de hat daxistin û bingeh û dîsîplîna partîyê nema.’’

Berpirsên YNKê biryara xwe aşkera kirin û gotin: ‘’Me biryar da dest ji kar bikêşin ji nav rêzên YNKê. Ji îro û pê de em xwe azad dibînin ku li her partî û rêxistineke din a sîyasî de kar bikin û xebata xwe berdewam bikin.

Berpirsên dest ji kar kêşane navên wan waha ye;

1 – Seywan Narênî – Cîgirê berpirsê malbenda Germîyanê ya YNKê û berpirsê beşa rêxistinê.

2 – Ehmed Hemesalih Ebdula – Koordînatorê malbenda Germîyanê û berpirsê komîteya rêxistina Kelarê.

3 – Mihemed Nûrî Zorab – Koordînatorê malbenda Germîyanê yê beşa rêxistinê.

4 – Ednan Mihemed Marif (Şêx Ednan) – Endamê malbenda Germîyanê û berpirsê ofîsa rêxistina malbendê.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin