Hejmara Yazdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Yazdemîn a Kovara Şermola Derket

.

A+A-

Hejmara Yazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya hejmara Yazdemîn "Zimanê Dayikê" ye, û di pêşekîya hejmara de tête diyar kirin: ((…Her netewe çand û kultûra xwe bi zimanê xwe vedibêje û diparêze. Ziman di nava neteweyekê de gencîneya paşeroj û pêşerojê ye. heger zimanê miletekî winda bibe dê hemû çand û kevneşopiyên wî jî ji holê rabin. Her wisa paşeroja wî jî winda dibe. Ji ber ziman ji bo civak û neteweyan gelekî girîng e. Lewra dewlemendiya neteweyan di zimanê wan de diyar dibe. Ango mirov dikare bibêje ku mercê sereke yê neteweyîbûnê ziman e, heger tu netewe bî pêwîst e zimanekî te yê taybet hebe.

Parastin û xwedîderketina li ziman erkeke neteweyî ye. ji ber ku dewletên dagirker vê girîngiyê baş dizanin, lewma dema ku dixwazin netewe ango miletekî ji holê rakin, di serî de dest diavêjin zimanê wî, ji bo ku çand, dîrok û kultûra wî jî bi ziman re winda dibe.

Di parastina ziman de rola herî mezin a ronakbîran e. Û heger di vê der barê de roleke baş û durist bilîzin dê paşeroja ziman jî baş û ronî be. Da ku zimanek zindî bimîne pêwîst e bê bikaranaîn di perwerde, bazirganî û jiyana rojane de. Heger wisa nebe bi domana demê re ziman qels dibe û ber bi mirnê ve diçe, her wiha wê ew gencîneya dewlemend a ku bav û kalan ji me re hiştiye winda û talan bibe...)).

Di Hejmara Yazdemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Hejmara Yazdemîn a kovara Şermola 232 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Yazdemîn

 

Pêşekî

- Zimanê Dayikê.. (Desteya Sernivîskarîyê)

 

Analîzên hizrî

- Şaxê Çandî yê Rastiya Kurd .. (Abdullah Ocelan)

 

Dosyaya  hejmarê

- Zimanê Dayikê.. (Berzo Mehmûd)

- Giringiya Zimanê Dayikê Di Perwerde û Hînkirinê De.. (Beşîrê Mele Newaf)

- Zimanê Dayikê, Zikmakî, Dayîk, Mak. Ji Van Gelo kîjane Rast e?.. (Merwan Berekt)

- Di Pêşvebirina Civakan De Girîngiya Ziman.. (Aram Hesen)

 

Lêkolîn

- Dîroka Zarê Kurdî... (Arşek Baravî)

- Rastiya Tofanê... (Lemˈa Mihemed Elî)

 

Hevpeyvîna hejmarê

- Li Gel Lêkolîner û zimanzan Samî Tan e (Aram Hesen)

 

Jin û çand

- Jin Di Navbera Çanda Resen û Sexte De .. (Nêrgiz Ismayîl)

 

Pirtûkên derketî

-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê) 

 

Huner

ـ Sê Nifş, Sê Deng, Sê Jiyan.. (Occo Mahabad)

 

Çîrok

- Hêvî Bû Tolvedan.. (Mîdiye Berekat)

- Rastiya “Azad”!!.. (Hesen Xalid)

 

Helbest

- Dilên Dicengin.. (Evdirehman Çadircî)

- Bazê Spî Me.. (Îsmet Hesen)

- Kurdino Berhev Werin.. (Mihemed Welîd)

- Binivîse ..(Siyabend Siyaroj)

 

Serbest

- Rastnivîsa Peyv û Hevokan.. (Diyar Bohtî)

- Ji Gundên Efrînê: Çeqmaqa (Mezin) - Elkê..(Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin