Hejmara nû ya Ziryabê derket

Hejmara nû ya Ziryabê derket

Hejmara sêyemîn a kovara muzîkê ya kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derket

A+A-

Di hejmara sêyemîn de, tevî du komên cîhanî yên muzîkê Inti Illimani û Orphaned Land re bi Mehmet Bayrak, Ganî Nar, Diana Wekil, Maviş Guneşer, Xoşnav Têlo, Dogan Çelik, Ertan Tekin, Guven Erkin Erkal, Yunus Dişkaya, Olgun Eren, Stêrka Karwan, Yeqîn, Xecê, Çiya û Akademiya Ma Muzîk re hevpeyvîn hatine kirin. Di vê hejmara sêyemîn de Besime Şen, Îbrahîm Sarisu, Seyda Goyan, Ardî Zêdo, Erdem Şalva, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn, Welat Ramînazad û Twana Hama bi nivîsên xwe cî digirin. Xebatkarên kovarê di vê hejmarê de bi defjen Hejar Zehavî û hunermendê ku zêdetir bi dudukê tê naskirin Ertan Tekin re derbarê jîyana hunerî, enstruman û şêweyê ezivandinê de peyivîne.

 

Di hejmara nû de bi edîtoriya Şadê Agon, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn û Welat Ramînazad derbarê Rêncber Ezîz de bi zaravayê dimilkî dosyeyeke berfireh hatiye amadekirin. Ji bilî dosyaya Rêncber Ezîz, her wiha bi Mavîş Guneşer û Dogan Çelik re jî bi dimilkî hevpeyîn hatine çêkirin.

 

Kovar bi hejmara nû re albûma “Olana Bajêr Bijareyên Ziryabê” wekî dîyarî dide ku albûm ya Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê ye. Kovara Ziryab, piştî hejmara duyemîn pêşbirkeke muzîkê li dar xistibû û encamên wê di hejmara duyemîn de ragihandibûn. Di wê hejmarê de hatibû diyarkirin ku wê di dawiya pêşbirkê ji bo berhemên serketî albumek bê çêkirin. Li gorî wê yekê her kesê serkeftî dê bi stranakê di albûmê de cî bigire. Piştî xebata 3 mehan albûma Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê li pêşberî guhdaran e.

 

Albûm, ji 11 kesên cuda pêk tê ku gotin û muzîk ayîdî wan bi xwe ne. Aranjoriya du stranan Harûn Elkî kiriye. Stranek Erdem Altinses çê kiriye û yên mayî jî Gokçe Selim arajne kirine û bi vî awayî albûm temam bûye. Albûma ku ji aliyê Ses Mediyayê ve hat belavkirin, bi vê hejmarê re wekî diyarî tê dayîn.

 

Kesên di albûmê de cî girtine ev in: Teşqele, Serdar Alaz, Nikwan Qaderî, Nadia Visser, Harun Ruzgar, Erdal Med, Ferit Sevim, Rizgar Akan, Vedat Taniş, Aziz Arslan û Omer Ayhan. 

E-ROJNAME

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin