Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 1017 kesan!

Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 1017 kesan!

Di nav 24 saetan de 108 kes mirin!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt hezar û 17 kesan.

Li gorî amarên dawî, li Çînê û cîhanê hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, hezar kes derbas kir û gihîşt 1017 kesan. Bi vî rengî di nav 24 saetên borî de 108 kesan ji ber wê nexweşîyê canê xwe ji dest dane.

Hejmara berkeftîyên wê nexweşîyê jî gihîştîye 42 hezar û 644 kesan.

Tê gotin ku li Çînê 4 hezar û 21 kes û li welatên din jî 57 nexweş baş bûne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin