Hejmara 68an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara 68an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

.

A+A-

Xwendevanên rojnameyê, di hejmara 68an de dê gotar û analîzên wekî; 'Şîyarbûna Rêxistina Dewleta Îslamî ', 'Şansê nepayî yê sosyaldemokratan ', 'Kerkûk, jêdera lihevnekirinê ', 'Serketina talîbanan lîstika dîplomatîk a li Asyayê serûbin kir ', ' Stratejîya tengezarîyê li Brezîlyayê ', 'Avhewa, konferanseke ji bo lêgerîna dema windabûyî' û hwd. bixwînin.

Hevkara me Jînda Zekioğlu bi rewşenbîrê yûnanî Dr. Nikos Michalidis re li ser têkilîyên kurd û yûnanan û sîyaseta Yûnanistanê ya derheqê kêşeya kurdî de hevpeyivîneke balkêş ji bo xwendevanên LMd-kurdî çêkirîye.

LMd-kurdî, di hejmara 68an de rûpelên xwe bi wêneyên wênesaza kurd Zehra Doğan xemilandîye, hunermendê vê hejmarê ji bajarê Amedê ye.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: http://lemonde-kurdi.net/

Facebook: Le Monde diplomatique kurdî

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin