Hejmara 5’emîn a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Hejmara 5’emîn a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

.

A+A-

Hejmara 5’emîn a kovara bi Kurdî ya “Sînemaya Serbixwe”yê wek dijîtal/pdf hate weşandin. Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike, Sînemaya Serbixwe piştî navberekê 7 mehan bi hejmara xwe ya pêncem wek e-kovar derket li pêşberî xwînerên

Di vê hejmara nû da, bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) nivîs û gotar,nûçe û naverokên sînemayê cih digirin.

Nivîsa Edîtorê

Xwîner û sînemahezên hêja, em weke kovara “Sînemaya Serbixwe” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî we ne. Di rûpelên hejmara pêncemîn a “Sînemeya Serbixwe” de dîsa nivîs û naverokên têr û tijî cih digirin.

Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe reng dane hejmara nû ya kovara me. Herwiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.

Helbestvana mezin Furûx Ferroxzad dibêje; “Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û ez dikarim di hemû warên din de jî bixebitim.. Ku helbest nebe ez di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikêşînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe...”

Hunera Heftemîn “SÎNEMA”; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê.. Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê...

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Bi hevre hejmarên nû ve..

 

Ji bo hejmara çarem a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

https://sinemayaserbixwe.com/hejmara-pencemin-a-kovara-sinemaya-serbixwe-derket/

Navnîşanên Medyaya Civakî ya Sînemaya Serbixwe;

Twitter: SinemaSerbixwe

İnstagram: SinemayaSerbixwe

Facebook: CinemaSerbixwe

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin