Hejmara 55an a Le Monde diplomatique kurdî derket!!!

Hejmara 55an a Le Monde diplomatique kurdî derket!!!

Hejmara îlonê ya Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 55an ji xwendevanên kurdî re careke din dibêje merheba.

A+A-

Hejmara îlonê ya Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 55an ji xwendevanên kurdî re careke din dibêje merheba.

Xwendevan, di vê hejmarê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; geşepêdanên li Lîbyayê pêk tên, guherînên sîyasî û aborî yên li Asyaya Navîn (Qazaxistan û Ozbekistanê) rû didin, li ser nexweşxaneyên Almanyayê, li ser dîroka rûsofobîyê û hwd. bixwînin.

LMd-kurdî, herweha di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye hevpeyvîna ku Ferzan Şêr li ser pirtûka Barış Ünlü ya ''Peymana Tirkbûnê” bi siyasetmedarê kurd Fuad Önen re kirîye. Önen di hevpeyvînê de bi berfirehî pirtûka ''Peymana Tirkbûnê'' dinirxîne. Herweha, Ismail Beşikçi di gotara xwe ya bi sernavê ''Kurd û Kurdistan 2020'' de bi awayekî gelemperî rewşa Kurdistanê ya 2020an; nêzîkbûn û hewlên avakirina yekitîyê ya di navbera hêzên kurdistanî de li sê parçeyên Kurdistanê jî (Bakur, Başûr Rojava) dinirxîne û helwestên xerakirina vê pêvajoya erênîyê rexne dike. Di beşa redaksîyona kurdî de nivîseke balkêş jî ya Dr. Eser Çetîn e. Dr. Çetîn di gotara xwe de nirxandineke giştî li ser pandemîya koronayê dike.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi tabloyên wênesazê kurd Gohdar Salahaddîn Bazaz xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji başûrê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: www.diplo-kurdi.com

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin