Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

.

A+A-

“Psychology Kurdî", kovara derûnnasiyê di vê hejmarê de li ser “îstîsmar û îstîsmara zarokan” dosyayek amade kiriye.

Hejmara 13an a Psychology Kurdî, kovara derûnnasiyê derketiye. Kovara ku her ji çar mehan carekê diweşe di vê hejmarê de jî cih daye dosyeya "îstîsmar û îstîsmara zarokan". Edîtoryaya kovarê bi heyvpeyvîn û nivîsên curbicur yên derbarê vê dosyeyê de xwestiye ku ji gelek pirsan re bibin bersiv.

Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhanî bi nivîsa xwe ya “Lênêrîna Psîkososyal bo Zarokên Leşker” behsa leşkerkirina zarokan bi destê Dewleta Îslamî, bertekên zarokan yên nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT), rehabîlîtasyon, terapî û lênerîna wan zarok-leşkeran ji xwendevanan re rave  kiriye. Bilal Öztunçî ji îngilîzî wergerandiye.

Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildarî bi nivîsa xwe ya “Trawmayên Qonaxa Zarokatiyê: Îhmal û Îstîsmar”ê epîdemiyolojiya îstîsmarê, sedemên bingehîn ên îstîsmarê û faktorên rîskê, trawmayên qonaxa zarokatiyê û nexweşiyên psîkiyatrîk nirxandiye.

Prof. Dr  Hasan Kandemirî di warê derûniya zarok û kamilan de akademîsyenekî pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Derbarê îstîsmar, îstîsmara zarokan û cureyên wê pê re hevpeyvînek hatiye kirin. Bi vê heypeyvînê hewl hatiye danîn ku mijar bê zelalkirin û xwendevan jê sûd werbigirin. Hevpeyvîn Samed Doğanî ji tirkî ji bo kurdî wergerandiye.

Şêwirmendê Derûnî Erdal Gülî bi nivîsa xwe ya zazakî ya bi navê ‘Istîsmare Domanan’ li ser têgeha îstîsmarê rawestiyaye û aniye zimên ku divê civak derbarê mijara îstîsmarê de bê agahdarkirin, perwerdekirin û zarok bi qanûnan bên parastin.

Derûnnas Siyabend Aslanî bi nivîsa xwe ya “Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan” behsa îstîsmara zayendî, di rewşên wisa de danûstandina bi zarokan re, bandora wê ya derûnî ya li ser zarokan, bergirtina wê û tedawiya wê kiriye.

Ji bilî van nivîsan çendîn nivîsên din ên derbarê mijarê de di kovarê de weşiyane.

Kovar li pirtûkfiroşan û li malperên ser înternetê yên wekî www.avestakitap.com û www.pirtukakurdi.com peyda dibe. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin