Hejarî li Tirkiyê di salekê de ji sedî 11 zêde bûye

Hejarî li Tirkiyê di salekê de ji sedî 11 zêde bûye

.

A+A-

Li gor amarên rapirsiya Kompanya lêkolînê ya Metropollê yên  meha Nîsanê li Tirkiyê li gor sala 2020an hejarî ji %11 zêde bûye. 

Kompaniya lêoklînan ya Metropollê ya Rapirsiyê  di navbera 16-21ê Nîsanê de. Li Tirkiyê rapirsiyek bi navê “Nebza Tirkiyê” kir.  Rapirsî  bi 1752 kesan li 26 parêzgehan cuda hate kirin. Li gor encamên wê rapirsiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjaya hejariyê her ku diçe zêdetir dibe.

Ji kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne hate pirsîn ku kîjan hevoka li jor rewşa we ya aborî diyar dike? Bersivên wan bi vî rengî ne:

Ji beşdarbûyan: 

Ji sedî 26.6 nikarin debara xwe bikin.

 Ji sedî 53.6   bi zorê dikarin debara xwe bikin.

 Ji sedî 17.2 bi awayek rehet dikarin debara xwe bikin.

 Ji sedî 2.6ê beşdarbûyan jî bê biryar mane yan jî bersiv nedane

Encamên vê rapirsiyê ligel amarên Saziya Amaran ya Tirkiyê (TÜİK) jî hevgirtîne ku  wê jî diyarkiribû  ji %27 malbatên mezin yên li wî welatî di bin benda hejariyê de ne. Li gor pênaseya  Banka Cîhanî ya bo hejariyê  ew kesên dahata wan ya rojane di bin 1.9 dolaran de ne, ew di bin benda hejariyê de ne.

Li gor vê pênaseyê Bankeya Cihanî û encamên Saziya Amaran ya Tirkiyê û lêkolîna Metropolê, li Tirkiyê ji 4 kesan kesek di bin benda hejariyê de ye.

Sala derbasbûyî ji %24ê beşdarbûyan bersiva em nikarin debara xwe bikin dabû. Li gor sala 2020an li Tirkiyê, hejarî  di salekê de ji %11 zêde bûye. 

Di rapirsiyê de amarên hejariyê yên li gor bijardeya siyasî jî hatin parvekirin. Li gor van  amaran jî bêhtiriya kesên ku dikarin bi awayek rehet debara xwe bikin ji partiyên AKP û MHPê ne ku niha li Tirkiyê desthilat in.

Rêjeya  kesên ku dibêjin em dikarin bi rehetî debara xwe bikin ya li gor partiyan jî bi vê rengî ye:

Ji sedî 26.6ê  AKP 

Ji sedî 25.6 MHP

Ji sedî 8 HDP

Hejmara  kesên ku dibêjin em nikarin debara xwe bikin û  di bin benda hejariyê de ne;   bi rêjeya   %42 ji partiya HDPê ne û li pey wê jî bi rêjeya %40  jî ji Partiya Saadetê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin