Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Heftenîn Pêsîra Kurdistanê ye!

A+A-

 

Di dîrokê de gelî, berqef, newal, şikeft û zinar û neqebên çîyayên Heftenîn her bûne hinbêza parastina şervanên Kurdistanê. Ev çîyayên qedîm di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava û Başûrê Kurdistanê de rolekî polîtîk, jeostratejîk û jeoekonomîk lîstîye. Ji Îskerder bigire heta Osmanîyan, Îngilîz-İraq û komara Tirkîye, heta niha ti hêzan ev çîyayên qedîm kontrol nekirîye. Bazên Çîyayên Heftenîn her du eşîrên qedîm û bingehên yên Kurdistanê bûne. Eşîra Gûlî û Sindî ne. Ji dîrokek qedîm heta niha ev herêm di destê van herdû eşîran de ye.

Gelî û newalên çîyayên Heftenîn, bingehek aborî ya herêma Kurdistanê ye jî. Ji dewlemendîya kelûpelên erdê bigire heta xwedîkirina pez û ajalan, xwedî dewlemendîyek girîng e.

Her çiqa bi fermî mîna textê eşîra Gûlî û Sîndîyan dîyar be jî, mîna têkilîyek federatîf ya nav eşîrî, her ji eşîra Jîrkî, Goyî û Elkî yan re jî bûye cîhê bicîhbûnê û tevgerê. Bi şîveyek aşitî û lihevhatî, ev dever di navbera van eşîran de hatîye parvekirin.

Ji dervê van eşîrên Kurdistanê, nêzîkî 9 gund û mezrayên Keldanîyan, Aşûrîyan û Sûryanîyan jî hene li herêma Heftenîn. Di nav van eşîrên Kurdistanê de bi ewlekarîyek bêpa û lihevhatî ev Têkhateyên Kurdistanê jî dijîn.

Çîyayên Heftenîn mîna sirtê pilingekî devera Botan û Behdînan bi hev ve girê dide. Noqteyek stratejîk a serwerîya Başûrê Kurdistanê bi xwe ye. Yên ku Çîyayên Heftenîn têxe bin kontrola xwe, dikare serwerîya xwe heta Kerkûkê bibe. Ji ber ku herêma Heftenîn, damarek bingehîn a stratejîk ya herêmê ye. Çîyayên Heftenîn di destê kê de be, bandorek stratejîk a mezin û xwedî awantaj dikeve destê wan. Her eşîrek ku raserî zor û zulma dagirkeran bûye û serî hilda ye, Çîyayên Heftenîn pêsîra xwe ji wan re vekirîye. Bûye qada berxwedanê ji wan re.

Di mejîyê eşîrên heftenîn de Bakur, Başûr tineye. Ew sînorên ku dagirkeran danîne nasnekirine û nasnakin. Rûniştînerên Heftenîn, her bi kurdên Qilaban, Şırnex û Beytûşebabê re têkilî û dan û stendin meşandine. Dan û stendin û çûn û hatina wan bi şîvek sînor nenaskirirî her meşîya ye. Mejîyê sînorî di hest û ramanên Gûlî, Sindîyan, Jîrkî, Goyî û Elkîyan de cîh negirtîye.

Dewleta Tirkan, ji 1983an de dixwaze têkeve Heftenîn û herêmê kontrol bike. Lê bi dehan caran ev hewl daye xwe û heta 2018 an biserrneketî bû. Dewleta Tirkan, cara yekem, di sala 2018 an de hêzên leşkerî derbasî serê çîya û gelîyên Heftenîn kir. Ji sala 2018an û heta niha, artêşa Tirkîyê program û stratejîya xwe a dagirkirina Heftenîn meşand. Agahî kom kir û nexşe û pîlanên xwe amade kir. Her çiqa PKK bahsa destan û qahremanîyên berxwedanên Heftenîn bike jî, mixabin îro heftenîn gav bi gav dikeve destê dagirkerên tirkan û pişta pilingê Kurdistanê têk şikenandin.

Dagirkerîya Heftenîn gavek dewleta Tirk a jeostratejîk, jeopolîtîk û jeoekonomîk e. Di vê operasyonê de hebûna PKK sebebek dagirkerî ji dewleta tirk re çêdike, lê armanca dewleta tirk ne têkbirina PKK, dagirkirina Beşek mezin, stratejîk ji çîyayên Başûrê Kurdistanê û kontrolkirina herêmê bi xwe ye. Avakirina bingehek leşkerî, bibandor li ser axa azad û tehdîdek leşkerî, dagirkerî a tevayê axa Başûrê Kurdistanê ye. Hebûna PKK li vê herêmê tenê bingehê ji dagirkirina dewleta tirk re çêdike. PKK ne li Bakurê Kurdistanê, ne li Başûrê Kurdistanê û ne jî li Rojavayê Kurdistanê herêmek neparastîye û bi tena serê xwe azad nekirîye.

Li Rojavayê Kurdistanê ji Efrîn bigire heta Girê Spî û Serê Kanîyê, 70 ji % axa Rojavayê Kurdistanê radestî dewleta tirk û hêzên tûndrev bû. 800 hezar Kurd malên wan, axa wan radestî dijminan bû, di kampan de birçî, tazî û bêav dijîn. Niha bi eynî qahremanîyek sexte, herêma Heftenîn jî radestî tirkan dibe.

Ev 30 sale beşek ji axa azad, ku bi xwîna bi dehhezaran pêşmergan hatîye avdan û rizgar bûye, dagir kirîye, nehiştîye ku hêzên pêşmergan li van herêman bicîh bibe û biparêze. Bi zorê girtîye destê xwe û piştî 30 salî, gav bi gav teslîmî dewleta tirk dike. Bê ku di 30 salî de strtejîyek parastinê, bingeha parastinê ava bike! Ev jî eşkere dibe ku, ti nîyeta PKK li henber dagirkirina Tirkîyê ku van deveran biparêze tine ye.

Di 15ê meha 06 a 2020 an de van êrîşan destpê kir. Ji hêlekê de Îran, ji hêla din de Tirkîye seranserê deverên sînorî yên çîyayên Başûrê Kurdistanê bombe û topbaran dikin. Heta niha li van deveran 620 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne û bidehan sivîl hatine qetil kirin.

Wek „şer û pevçûnên li ser axa Kurdistan“ ê binavkirina van êrîşên Tirkîyê û Îran, xeterîyek mezin a stratejîk e. Ev raser êrîşên dagirkerî yên ser axa azad a Başûrê Kurdistanê bi xwe ne. Ev êrîş, gav bi gavên bibandor yên dagirkerî ne. Dorpêçkirin û têkbirina serwerîya Herêma Kurdistanê bi xwe ye.

Li henber van êrîşên dagirkerî partî û sazîyên Kurdistanê bi gelemperî ji helwestek netewî û stratejîk dûr û bêbandorin. Ev jî dagirkerî û êrîşên Tirkîye û Îranê li ser deverê hêsan dike.

15.07.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin