HDP li cihên ku IYI Partî lê be, dê namzetan nîşan bide

HDP li cihên ku IYI Partî lê be, dê namzetan nîşan bide

Piştî ku IYI Partiyê ragihand, heke li Îdirê, HDP berbijêrê nîşan bide, da ku HDP bi ser nekeve, ew ê li Îdirê piştgiriya Tifaqa Cûmhûr bikin. Li ser vê yekê jî HDPê got, her cihê ku İYİ Partî berbijeran nîşan bide, em ê jî nîşan bidin.

A+A-

Hevpeymana CHP ya di Tifaqa Miletê de, IYI Partî ku ragihandibû, da ku li Îdirê HDP bi ser nekeve, ew ê li Îdirê berbijêrek nîşan nedin û piştgiriyê bidin berbijêrê Tifaqa Cûmhû a AKP-MHP.

Li ser vê biryara IYI Partiyê, Partiya Demokratîk a Gelan jî ragihand, li her herêmên hilbijartinê yên ku li gor Tifaqa Miletê dê IYI Partî berbijêran nîşan bide, HDP jî dê berbijêran nîşan bide. 

Li gor Sputnikê, Sezai Temelliyê Hevserokê HDPê jî ev yek pejirandiye û di derheqê IYI Partiyê de gotiye, 'partiyeke opozîsyonê, li ser dijayetiya HDPê xwe digihîne îqtidarê. Partiyeke opozîsyon, divê dijayetiya îqtidarê bike da ku were îqtidarê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin