Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da

Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

Sazûmankarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. 

Sazûmankarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik duh êvarê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hunermend Ferhat Tunç mirina Saltik ragihand û got: "Min bihîst ku xwediyê Kalan Muzîkê û hembajariyê me Hasan Saltik ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Sersaxiyê ji malbata Saltik û hezkiriyên wî rî dixwazim." 

Hasan Saltik di sala 1964'an de li Dersimê ji dayik bûye. Di sala 1992'yan de jî şîrketa muzîkê Kalan Muzîk ava dike. Li Stenbolê dima û xebatên xwe yên muzîkê û arşîviya muzîkê li wir birêve dibir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin