Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetîya

Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetîya

Xelîfê Hafterê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, ji bo agirbestê fermî bike çûbû Moskovayê. Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê, ragihand ku Generalê Xalîfê Hafterê piştî hevdîtina agirbestê, peyman îmze nekirîye û ji Moskovayê veqetîyayê. Bi qasidîya Tirkîye û Rûsyayê roja Duşemê li Moskovayê muzakere hatibû kirin lê encam nehate bidestxistin. Şefê hikumeta Trablûsê Fayez El Sarraj û Hefter roja Duşemê çûbû Moskovayê.

 

Li gorî televîzyona El Arabîya ya Dûbaîyê sedema ku Hefter agirbest îmze nekirîye ev e ku vekişîna leşkerên Tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana di navbera Trablûs û Enqereyê de, di nav agirbestê de tune.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova jî dîyar kir ku Hefter bêyî ku peymanê îmze bike ji ser maseyê rabûye.

 

Piştî ku di sala 2011’an de rejîma Mûhammed Kaddafî ji alîyê NATO’yê hate hilweşandin, Lîbya di nav kaosekê de ye. Rojhilatê welat di destê hêzên Xelîfe Hefter de ye û rojavayê wê jî Hikumeta Yekîtîya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî wê nas dike.

 

Xelîfe Hefter ji Nîsana 2019’an û vir ve ji bo Trablûsê bi dest bixe, operasyonan dike. Hefteya borî bajarê stratejîk ê Sîrte ketibû destê hêzên Hefterê. Şerê di navbera her du hêzan de didome.

 

Dewleta Tirk di meha Mijdarê de bi hikumeta Trablûsê re peymaneke behrê çêkiribû û tezkere qebûl kiribû. Tirkîye bi peymana behrê re dixwaze gaza li Behra Spî bi dest bixe.

 

Dewleta Tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike û çek û cebilxaneyan dişînin ji Biraderên Misilman ên li Trablûsê re. Tirkîye çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê. Ji ber ku Urdun û Emîrtîya Ereban a Yekgirtî çekan dide hêzên Xelîfe Hefter, Neteweyên Yekbûyî Urdun û Emîrtîya Ereban sûcdar dike.

 

Xelîfe Hefter jî di 3’ê Çileyê de di televîzyona El Hadatê de axivîbû û li hemberî mudaxeleya dewleta Tirk banga ‘seferberî’ û ‘cîhadê’ kiribû.

 

Di warê mayindebûna agirbesta li Lîbyayê de gumanên mezin hene. Ji ber ku yek ji garantorê agirbestê dewleta Tirk a dagirker e. Ev jî îxtîmala çareserîyê kêmtir dike.

 

Heta niha di sala 2015’an de li Fasê peymana Skhrîat, di 1-2’ê Tîrmeha 2017’an de û di Gulana 2018’an de civînên Parîsê, di Mijdara 2018’an de konferansa Palermoyê û di Sibata 2019’an de jî Peymana Abû Dabîyê hatibû kirin. Ev peyman bûbûn sedema hêvîyê lê bi ser neketibûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin