Graham: Divê pirsgirêkên bi Tirkîyê re bên çareser kirin

Graham: Divê pirsgirêkên bi Tirkîyê re bên çareser kirin

Lindsey Graham, di semînera Transatlantic Talks de axifî û got; bo bi Tirkîyê re peymana bazirganîyê ya serbest çêbibe, divê arîşeyên ku di S-400, F-35 û mijara Sûrîyê de hene, bên çareser kirin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Graham got: “Eger pirsê ji min bikin û bêjin bo pêşdebirina têkilîyên bi Tirkîyê re tişta herî baş çîye ku bê guhertin, ez ê bêjim peymana bazirganîya serbest e. Lê dikarim bêjim astengîya mezin mijarên S-400, F-35 û mesela Sûrîyê ne. Divê em van helbikin. Heya em vana helnekin, gelek zahmete ku têkilîyên me werin asta ku em dixwazin. Tirkîye hevkarekî pê tê bawerkirin. Weka hevkarê NATO yê hêzên xwe şand gelek deveran.

Divê em li Sûrîyê çareserîyekî mayîn de bikin. Em naxwazin Şam ji alîyê Îranê de bê îdare kirin. Em endîşeyên Tirkîyê yên li Lîbyayê dizanin ku ji hebûna hêzên ji alîyê Rûsya de tên destek kirin acize. Ez jî di nav endîşeyê de me.’’

Graham ragehand: ‘’Rêvebirîya Trump dixwaze bingeha bazirganîya serbest bi Tirkîyê re ava bike lê divê van mijaran çareser bibin. Piştî aborîya me her dû welatan lihev kir, mirov dikare li Afrîkayê karên bi bandor bike. Em dikarin bi Tirkîyê re li Afrîkayê bo alternatîv hilberînên Çînê kar bikin, karê Çînê bişkênin û jê xweştir tiştek nîne. Bo em bigihên van hedefên xwe, divê em aborîyên xwe bêhtir nêzî hev bikin. Armanca min ev e.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin