Google Translate bo Kurdî piştgiriya offline pêşkêş kir

Google Translate bo Kurdî piştgiriya offline pêşkêş kir

.

A+A-

Google Werger di postek blogê de ragihand ku ew dê Kurdî jî di nav de ji bo 33 zimanên din piştgirîya offline pêşkêşî bike.

Google Werger (Google Translate) di postek blogê de ragihand ku wan piştgiriya offline (şiyana xebata bêyî girêdana înternetê) ya zimanan zêde kiriye.

Li gorî vê yekê, wê bi 33 zimanan, di nav de Kurdî (zaravaya Kurmanci) jî, li ser Google Translate wek offline jî bikaribin bên bikaranîn.

Google Translate niha wek offline piştgirî dide 59 zimanan. Bi daxuyaniya dawî re ev hejmar wê bibe 92. Wekî din bi 103 zimanan nivîs dikarin bên wergerandin.

Di heman demê de Google Translate bi 88 zimanan wergera kamerayê ya tavilê, bi 50 zimanan wergera wêneyan, û bi 43 zimanan axaftina dualî pêşkêşî dike.

Google Translate di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha got:

“Silav Civata Wergerê, em bi kêfxweşî radigihînin ku me fonksiyona zimanê offline li 33 zimanên nû berfireh kiriye.Ev dihêle bikarhêneran zimanên ku jê re eleqedar dibin daxînin û dema ku girêdana înternetê tune be nivîsê wergerînin.”

Zimanên ku offline tên piştgirîkirin ev in:

Baskî

Sabuanî

Çîçeva

Korsîkayî

Frîzî

Hausî

Hawaiyî

Zimanê Hmong

zimanê Igbo

Zimanê Javanî

Khmerî

Rwandî

Kurdî

zimanê Lao

Latînî

Luksembûrgî

Malagasî

Maorîyî

zimanê Myanmarî

Oriyayî

Samoanî

Îskoç Galî

Zimanê Soto

Zimanê Şona

Zimanê Sindî

Sundanî

Tatarî

Tirkmenî

Uygur

Zimanê Xhosa

Zimanê Yîdîşî

Yorûbayî

Zuluyî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin