Googlê 210 kanalên Youtubê girtiye

Googlê 210 kanalên Youtubê girtiye

Bi îdiaya ku dezenformasyonê di protestoyên li Hong Kongê dike, Googlê kanalên 210 kanalên Youtubê girtiye.

A+A-

Bi îdiaya ku dezenformasyonê di protestoyên li Hong Kongê dike, Googlê kanalên 210 kanalên Youtubê girtiye.

Googlê bi îdiaya ku di dema protesyonên Hong Kongê de dezenformasyonê dikin, 210 kanalên Youtubê girtiye.

Li gorî nûçeya BBC tirkî yê, Googlê gotiye kesên kanalên Youtubê bi rê ve dibin, navendên xwe yên xebatê vedişêrin.

Beriya Googlê Facebook û Twitterê jî heman biryar standibûn. Twitterê 963 hesab jê biribû, nêzîkî 200 hezar hesab jî ji bo demekê girtibû. Facebookê jê 7 rûpel, 3 kom û 5 hesab girtibû.

Çi bûbû

Li Honkongê yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya tayvan û Çînê bêne şandin.

Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin