Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan

Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan

.

A+A-

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan û diyar kirin ku kalê 76  salî Ahmet Silik ê nexweş tevî rapora ATK'ê dîsa serbest nehatiye berdan. ÎHD'ê xwest Silik bê berdan. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên komeleyê li avahiya komeleyê kom bûn û daxuyanî dan. 

Şaxa ÎHD'ê bal kişand ser rewşa kalê 76 salî Ahmet Silik. Li ser navê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek, li ser navê Şaxa ÎHD'ê daxuyanî xwend. Çiçek, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kalê 76 salî û nexweş Ahmet Silik li dijî hiqûqê girtî ye û xwest Silik bê berdan. Çîçek, da zanîn ku beriya Silik bê girtin felç derbas kiribû û wiha got: "Salek berê me diyar kir ku Ahmet Silik bi zorê dikare bimeşe. Lê niha êdî nikare bimeşe. Niha neçar e bi palpişta bi teker biçe û bê. Ji ber temenê wî nikare emeliyat bibe. Gelek nexweşiyên Ahmet Silik  ên cîddî hene. Tevî temen û rapora Saziya Tipa Edlî a 'Nikare li girtîgehê bimîne' jî dîsa Silik nayê berdan. Em bang li rayedaran dikin ku Silik serbest berdin û li gorî zagonan tev bigerin. Em dixwazin Silik bê berdan û di şertên bi tenduristî de bê dermankirin." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin