'Girtina Kurdan plana guhertina demografiya Efrînê ye'

'Girtina Kurdan plana guhertina demografiya Efrînê ye'

.

A+A-

 Piştî şerê Efrînê, grûpên tundrew ên girêdayî Tirkiyê dest danîn ser malên Kurdan û Kurdên ku vedigerin ser malên xwe jî ji aliyên grûpên çekdar ve tên girtin û wendakirin. Çalakvanê Mafên Mirovan Dr. Îbrahîm Mislim “Ev girtinên ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çêdibin planeke dagirkerên Tirkan e û ev jî ji bo guhertina demografiyê ye.

Mala welatiyekî Kurd ji nahiyeya Bilbilê ye, ku ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê ve hatibû desteserkirin. Piştî gelek hewlan, ew ji bo xwediyê wê hatiye vegerandin.

Li aliyekî din, hin kesên ku ji neçarî koçber bûbûn û vegeriyane Efrînê, li ser destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tên girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê,li gundê Şidiya, welatî Hisên Ehmed Nasan, 39 salî, hatiye girtin. Hisên ehmed ku bavê 5 zarokan e, di Mijdara borî de vegeriyabû gundê xwe.

Piştî çareserkirina rewşa xwe ya emnî Hisên Ehmed serdana Encûmena Raco kiribû û  li wir hat girtin û ji bo Zindana Maratê hat veguhestin.

Li gorî ku Rêxistina Sûrî ya ji Bo Rastî û Dadmendiyê ragihandiye di nav 2 mehan de, 123 kes li navçeyên ku Tirkiyê dest daniye ser hatin girtin. 100 ji wan ji Efrînê ne û 23 kes ji Serê Kanî û Girê Spî ne

Çalakvanê mafên Mirov Dr. Ibrahîm Mislim, ku bi xwe xelkê herêma Girê Spî ye, ji Rûdawê re derbarê van girtinan de axivî.

Çalakvanê Mafên Mirovan Dr. Îbrahîm Mislim “ Ev girtinên ku li her sê herêman çêdibin, çi li Efrînê, çi li Serê Kaniyê û çi jî li Girê Spî ev planeke dagirkerên Tirkan e. Belê Tirki dibêjin karê me pê tinin komên çete vî karî dikin, lê Tirk dizanin ji ber ku îro ew çete li herêmê temsîla Tirkan dikin. Bi taybet ji bo guhertina demografiyê ye. Ji 2018an destpêka şerê Efrînê û yê Serê Kaniyê û Girê Spî ji 2019an ev tiş çê dibin. Pir hene wenda dibin laşê wan vedigerin. Yên din jî pere didin.

Li gorî çavkaniyên ku ji nava Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, mebest ji gertina welatiyên ku vedigerin ew e ku koçber dudil bibin û ji encamên vegera bo ser mal û milkê xwe bitirsin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin