Gihaştîna fuzeyên S 400 berdewame!

Gihaştîna fuzeyên S 400 berdewame!

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê li ser Tiwitterê da xuyan ku “ragehandin û radestkirin berdewam e”

A+A-

Radestkirina perçên sistema fuzeyên S 400 yên Rûsya ji bo Tikiye heta Îro yekşemê dewam dike, digel gihaştîna 3 frokên din ji  bo bingeha asîmanî yê Mirted li nizîkî Enqere yê, tevî hişyarî yên Amerîkayê.


Wezareta Berevanî ya Tirkiyê  li ser Tiwitterê da xuyan ku  “ragehandin û radestkirin berdewam e” herweha wêneyên perçên S 400an li bingeha Mirted belav kirin.


Washington liser kirîna fuzeyên Rûsî hişyarîyan dide Tirkiye. Ji ber ku digel sistemê Nato bi rê nakeve.
Hejmareke endamên Kongreya  Amerîka daxwaza rêgirtîna rêkeftina fuzeyên  F 35 digel Tirkiye û sepandina cizayan li ser Ankara dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin