Gergerlîoglûyî careke din mafê parlamenteriyê bidest xistiye

Gergerlîoglûyî careke din mafê parlamenteriyê bidest xistiye

.

A+A-

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê Omer Farûk Gergelîoglûyê HDPyî de li Meclîsê hatiye xwendine. Gergerlîoglû piştî bi çar mehan wê erka xwe ya parlamenteriyê pêk bîne.

Piştî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li Civata Giştî ya Meclîsê xwendine, mafê parlamenteriyê ya Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê li wî vegerandine.  

Civata Giştî ya Meclîsê di bin serokatiya Nîmetûllah Erdogmûş, Wekîlê Serokê Parlamentoyê de hatiye xwendin. 

Li dû axavtinên li ser mijarên ne di rojevê de, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a gotibû "mafên Gergerlîoglûyî hatine binpêkirin" hatiye xwendin. Mafê Parlamenteriyê di 17ê Adarê de ji Gergerlîoglûyî standibûn û piştî wê bi çar mehan Gergerlîoglûyî ev maf careke din wergirtiye. 

Çi bûbû?

Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.

16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.

Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. Di êvara 2ê Nîsanê de polîsan bi ser mala Gergerlîoglûyî de girtibû û ew biribûn girtîgehê.

Di 1ê Tîrmehê de Dadgeha Destûrî biryar dabû ku mafê Omer Farûk Gergerlîoglû hatiye binpêkirin. Pênc roj piştî biryarê gergerlîoglû hatibû tehliyekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin